Amed – Zinarê Xamo dê gotûbêjekê bike

Nıvîskar:
6 months berê

Nivîskar Zinarê Xamo dê li Amedê gotûbêjekê bike û dê kitêbên xwe bo xwîner û hezkirîyên xwe îmze bike.

Zinarê Xamo cara ewil e dê li Kurdistanê gotûbêjekê bike û derdikeve pêşberî xwînerên xwe yên Kurdistanê. Xamo herî dawî berî deh salan, ji Swêdê hatibû Kurdistanê.

Bername bi hevkarîya Weşanên Pallê û Darayê li Pirtûkakurdî tê lidarxistin. Moderatorîya gotûbêjê dê ji alîyê nivîskar û rêvebirê Weşanên Pallê Înan Eroglu ve bê kirin.

Kitêba dawî ya Xamoyî Rojnivîskên Sirgûnekî îsal ji alîyê Weşanên Pallê ve çap bû.

“Zinarê Xamo piştî 1980yî gava tê Swêdê, dest bi nivîsîna rojnivîskan dike. Rojnivîskên Sirgûnekî ku bijarteyek e ji notên wî yên rojane yên salên 1985-1999an, ne tenê portreyeke şexsî ya sirgûnekî lê herweha resmekî giştî yê kulturî, civakî û siyasî yê kurdan li Swêdê û li diyasporayê jî bi zelalî raber dike.” 

Bername 27ê Nîsanê li Amedê, li Pirtûkakurdî dê saet 16:00an dest pê bike.

Zinarê Xamo kî ye?

Di sala 1950î da li Wêranşara qezaya Rihayê hatiye dinê. Ji eşîra Çûva, ji bera Xamoya ye. Bavê 4 zarokan e. Ji sala 1980î vir da ye li Swêdê dijî. Heta nuha sê kitêbên wî çap bûne. Hindik RindikHebû TunebûAntolojîya Çîrokên ZarokanStiriyên Me. Û wergereke wî ji swêdî, Bide Dû Dilê Xwe ya Susanna Tamaro heye. Ji sala 1980î vir da di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsiye, di hinekan da jî (ArmancBerbangHêvîHêlînNetkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye. Di sala 1985an da demeke kin serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiriye û salekê jî serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê kiriye. Ji sala 2007an vir da ye blogeke wî ya bi navê Hindik-Rindik heye. Zinarê Xamo blogerê kurmancî yê ewil e.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Em hînî Kurmancî dibin – We are learning Kurmanji/ Kurdish – Unîta 1ê di weşanê de ye!!

Dersên Prof. Dr. Michael L. Chyetî 2022yê ji bo aboneyên Botan Timesê

Pêvajoyeka nû dest pê kiriye – Al Monitor

Di nav fikara êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê, Tirkîye difikire ku

“Qêrînek di gewriya şevê de” derket!

Weşanxaneya Avestayê kitêba Eta Nehayî ya bi navê “Qêrînek di gewriya şevê