Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Çi hatibe serê min piştî girtina wan wêneyan hat serê min”

12/01/2023

Ji bo Ingilîzî Birikîne

Rojnamegerên li Tirkiyê kar dikin rojane rastê binpêkirinên mafan tên.

Li gor komeleya Rojnamegeran ya Dicle Firatê jî di sala 2022an de mesaiya rojnamegeran zedetir li koridorên edlîyeyan derbas bû.

Abdurahman Gok jî yek ji wan rojnamegeran e.

Gokê ku di sala 2017an di Newroza Amedê de weneyê kêliya kuştina Kemal Kurkutê girtibû ji wê sale ve li korîdorên edlîyeyan diçe û tê.

5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû Gok.

Dadgeha Istinafê jî wê cezayê li Gok hatibû birîn pesend kir.

“Ji destpêkê heya niha ev doz cezakirina karê rojnamegeriyê”

Rojnameger Gok li ser biryara dadgehê ji Botan Timesê  re dibêje, “Çi hat serê min piştî girtina wêneyên Kemal Kurkut hatiye serê min. Dewletê dev ji min berneda. Ji bo cezakirina min ev doz li min hate vekirin.”

Wî dîyar kir ku ji destpêkê heya niha doza cezakirina karê rojnamegeriyê û got,

“Destpêkê ji bo min 27 sal ceza xwestin, di berdewamiya dozê de dozgerê dosyayê di derbarê min de careke din serlêdana sûc kir. Dosyayeke din di derbarê min de amade kirin û bi dosyaya ez dihatim darizandin ve kirin yek dosye. Di berdewamiyê de jî ceza birîn. Ewqas ji vê heqîqetê aciz bibûn ku cezayê li min birîn taloq jî nekirin.”

Gok dibêje, “Berdêla rastiye heye ev ceza jî berdêla ragihandina rastiyê ye.”

Çi bibû?

Kemal Kurkut ê 23 salî xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.

Di 21ê Adarê 2017an de ji bo tevlî Newroza Amedê bibe hatibû bajar û li nêzîkî Parka Newrozê di xala kontrolê de ya polîsanan de rastî gulebarana polîsan hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dabûn destpêkirin.

Lê weneyên Gok van gotinan berovajî kiribû.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û