“Di taldeya ewrên giran de mam, neçûm
Di siya pelên daran de xûya nebûm, dîsa neçûm
Min pişta xwe da kîjan stêrkê xuricî çû
Lê ez ê pişta xwe bispêrim ronahiya xwe
Û naçim”
***
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Hestên zarokatiyê wekî çirûskekê di çavên mirovan de diyar dibûn berê, niha ew çirûsk jî tefiya, kîjan agir dikare dîsa ew hestên wekî çiyayan zexm, gûr bike. Dema mirov mezin dibe zarokekî devliken, di tûrikê dilê xwe de bi hêviyên zelal diparêze, dema dikeve tengasiyê, ji tûrikê xwe hêviyan ji xwe re derdixe. Nayê bîra min ka min çendîn caran ji wî tûrikî hêvî derxistiye, her carê min di kefa dilê xwe de ew hişk zevt dikir lê her carê ew bi dilopên baranê ji nav dilê min diherikî û diçû.
Porê Zeryayê wekî pêlên behrê li ber bê diçû û dihat, bayekî tenik xwe li rûyê wê pêçabû, di destê wê de pênûsek hebû şewq jê diçû, li jora pênûsê tavek ji çar tîrêjên rojê pêk dihat, di nav tiliyên wê de zîz dibû. Hênikahiya bayê sibeha havînê hundirê odeya wê tije perperîk kiribû. Yek hat ji xwe re hêlînek li ser kaxiza wê çêkir. Bi hatinê wê perperîkê hêviyek niqutîbû dilê wê, lê aliyekî wê hertim xembar bû. Hîn biçûk dest bi nivîsînê kiribû, dema zarok bû li derdora wê çi biqewimiya hertim dinivîsî. Li gund dema havîn dihat, wexta raketina li ser xaniyan dest pê dikir. Dêya wê nivînên hemû zarokan li kêleka hevdu radixist. Ew û du xwişkên wê û birayekî wê li kêleka hevdu radiketin, carna li ser banî beriya ku rakevin ji zarokan re digot hadê werin her kes bila ji xwe re stêrkekê hilbijêre û em ê li ser wê stêrkê helbestekê bixwînin an jî ew stêrk di ruhê we de hestek çawa derdixe holê wê bibêjin. Zerya dîsa wekî seroka eşîrê her kes bi rêk dixist û bi ya xwe dikir. Leyla û Zînê bi ya wê dikir, ya di dilê xwe digot, îjar dor dihat ser Zerya û helbesta ku li ser stêrkê nivîsîbû, wê ji ku bizanîbiya wê ew helbest bibe yekem helbesta di pirtûka wê de. Şeveke bêdeng bû, dengê kuçikên cîranan ji dûr ve dihat, ji serê çiyayan, di nav re dengê teqîna tifingên leşkeran dihat, dîsa ruh û canê kê dabûn ber guleyan nizanim…
Dora Zeryayê bû, wê ji xwe re stêrka herî biçûk hilbijartibû, di nav tariya şevê de stêrk li ber wendabûnê bû, li dora wê tu kesî ronahiya xwe bi wê stêrkê re parve nekiribû. Lê tenê wê dikarîbû pêşiya xwe ronî bike. Zerya jî dişibiya wê stêrkê, biçûk bû, tenê bû lê pêşiya xwe ronî dikir. Helbesta wê ji nav dilê wê herikîbû û xwe gîhandibû ser lêvên wê;
‘’Di taldeya ewrên giran de mam, neçûm
Di siya pelên daran de xûya nebûm dîsa neçûm
Min pişta xwe da kîjan stêrkê xuricî çû
Lê ez ê pişta xwe bispêrim ronahiya xwe
Û naçim ‘’
Dema wê helbesta xwe bi dawî anî, dît ku hemû xwişk û bira di xew de çûbûn, dengê helbesta wê tenê çûbû valahiya şeva reşstêrk. Biçûka malê bû lê ruhê wê ji qalikê wê mezintir bû. Sozek dabû xwe, digot ez mezin jî bibim çi were serê min, ew zaroka di hundirê xwe de ez ê tu carî wenda nekim û her tim wî aliyê xwe biparêzim çiqas ba û baran jî li ser min rabin.
Bavê Zeryayê Emer Beg mirovekî jîr û zana bû, ji aliyê edebiyata kurdî ve gelekî serwext bû, her şev ji keça xwe re helbestên Cegerxwîn dixwendin. Ev ruhê ku bi wêjeya kurdî xwe li Zeryayê pêçabû ji ber bavê wê bû. Radyoyeke bavê wê ya sor hebû, her êvar ji wir nûçe guhdar dikirin. Piştî nûçeyan jî bernameya dengbêjan dest pê dikir. Dema bavê wê destê xwe dida ber guhê xwe û kilam guhdar dikir ew jî diçû tenişta bavê xwe destê xwe dida ber guhê xwe û wekî bavê xwe dikir û gotinên kilaman jî jiber digotin.
Dêya wê Sînem Xanim ji ber kar û barên malê êdî xûz bûbû. Temenê Zeryayê êdî bibû 25, çavê dêya wê lê bû ku êdî kar û barê malê bide ser milê wê, lê Zerya bêyî ku ji tu kesî re bibêje dest bi nivîsîna pirtûkekê kiribû. Her cara dêya wê bangî wê dikir, ew li odeya xwe bi pênûsa xwe ya bi tîrêj, ji ser kaxizan serê xwe ranedikir. Xemek giran ketibû ser dilê wê, berê xwe her tim bi hundirê ruhê xwe ve dikir da ku bizane ka ew ruhê zarokatiyê hîn dijî an na, lê wekî berê his nedikir. Şevekê Zeryayê rûpelên dawî yên romana xwe dinivîsî. Bavê wê dîsa li ber radyoya sor, li bernameya dengbêjan guhdar dikir. Ewqas deng bilindkiribû dengê Şakiro li nav taxê olan dida, dêya wê porê xwişka wê şeh dikir. Ji nişka ve qêrînek ji odeya Zeryayê hat, rûpela dawî êdî nivîsîbû, paceya odeya xwe heta dawî vekiribû, berê wê li jor li stêrka xwe diqêriya û digot “Min ew ruhê zarokatiyê kuşt, yê ku di hundirê min de ye, min ew zarok kuşt’’ Hêsirên wê bi ser bajêr de diherikî û stêrka wê jî ji nişka ve ji ezmanê xwe xuricî bû êdî…