YSP: Me peyama dengderên xwe fêm kir

YSP: Me peyama dengderên xwe fêm kir
YSP: Me peyama dengderên xwe fêm kir
Botan Times
  • 15 Mayıs 2023 10:15

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk (YSP) Çigdem Kiliçgun Uçar li navenda partiya xwe li gel Hevserokên HDPyê Pervin Buldan û Mithat Sancar li ser encamên hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da.

Uçar diyar dike ku wan di van hilbijartinan da bi giştî negihiştine armanca xwe.

Çigdem Kiliçgun Uçar got “Me peyama dengderên xwe wergirt û em bi hemû aliyan vê yekê binirxînin û di warê rexne û rexnedanê de tişta pêwîst bikin.”