Kîjan partîyê çend parlamenteran derxistiye?

Encamên ne fermî yên Hilbijartina Parlamenterîyê ya Qonaxa 28an li parlamentoya Tirkîyê rêjeya dengên partîyan û hejmara parlamenteran diyar bûne. AK Partî ji sedî 35.4, CHP ji sedî 25.39, MHP ji sedî 10.06 ÎYÎ Partî ji sedî 9.82 Partîya Çepên Kesk ji sedî 8.78 Partîya Karkerên Tirkîyê ji sedî 1.71 dengan bi dest xistine. AK […]

Kîjan partîyê çend parlamenteran derxistiye?
Kîjan partîyê çend parlamenteran derxistiye?
Botan Times
  • 15 Mayıs 2023 09:19

Encamên ne fermî yên Hilbijartina Parlamenterîyê ya Qonaxa 28an li parlamentoya Tirkîyê rêjeya dengên partîyan û hejmara parlamenteran diyar bûne.

AK Partî ji sedî 35.4,

CHP ji sedî 25.39,

MHP ji sedî 10.06

ÎYÎ Partî ji sedî 9.82

Partîya Çepên Kesk ji sedî 8.78

Partîya Karkerên Tirkîyê ji sedî 1.71 dengan bi dest xistine.

AK Partî

AK Partîyê di hilbijartinên 2018an 295 parlamenter derxistibû.

Di hilbijartina 14ê Gulanê da 266 parlamenter bi dest xistin.

CHP

CHPyû di sala 2018an da bi %22.65ê dengan 146 parlementeran derxisibû.

Di hilbijartina 14ê Gulanê da CHPyê 168 kursî bi dest xistin.

MHP

MHPyê di hilbijartinên 2018an da 49 kursî bi dest xistibû.

14ê Gulanê da hejmara kursîyên wê bû 51.

YSP

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber dosyaya girtinê ya ku berdewam dike, ji lîsteyên Partîya Çepên Kesk (YSP) ket hilbijartinê.

YSPyê 62 parlamenter derxist.

Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) jî dê bi 4 parlamenteran di parlametoyê de cih bigirin.

ÎYÎ Partî

Di sala 2018an da ÎYÎ Partî 43 parlamenter derxistibû.

Di 14ê Gulanê da 44 parlamenteran şandin parlamentoyê.

Partîya Saadetê

Di hilbijartinên 2018an da tu parlamenter dernexistibû.

Di 14ê Gulanê da Partî ji lîsteya CHPyê ket hilbijartinê û 10 parlamenter derxist.

HÛDA-PAR

HÛDA-PAR di hilbijartinên 2018an da tu parlamenter dernexistibû.

Di Hilbijartinên 14 Gulanê da HÛDA-PAR di lîsteyên AK Partîyê de ket hilbijartinan û 3 parlamenteran şandin parlamentoyê.

Partîya Yeniden Refahê

Partîya Yeniden Refahê di sala 2023an de cara yekem ket hilbijartinê.

Partîya Yeniden Refahê ku di bin banê Tifaqa Cumhur de beşdarî hilbijartinê bû, 5 parlamenter şandin parlementoyê.