ZINDÎ- Roja 20emîn ya erdhêjê

25/02/2023
Arşîv, Hatay, piştî erdhêja 6ê Sibata 2023yê foto: Murat Bayram

Erdhêja 6ê Sibatê 20 roj li du xwe hîşt.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane rojane bilind dibe.

Şaredarê Nurdagîyê Okkeş Kavak hat binçavkirin

Lêkolînên li ser avahiyên ku li Nurdagîyê ji ber erdhêjê hilweşiyan dewam dike.

Şeraderê Nurdagîyê Okkeş Kavak di çarçoveyê lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Îslahiyeyê de hat binçavkirin.

Di îfadeya Kavakê de hate hînbûn kû di erdhêjê de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane. Kavakê berê karê mûtahîtîyê kirîye, lê piştî ku bûye şaredar şîrketa wî radestî birayê xwe Osman Kavakê kiriye.

Hejmara mirîyan derket 44 hezar û 218an

AFADê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 44 hezar û 218an.

Li herêma erdhejê de 528 hezar û 146 kes jî hatine tehliyekirin.

Xwedîye Sîteya Rende yê hat girtin

Li Sîteya Rende a Hatayê bi îdiaya ku “Stûnên avahîyê ji bo kreşê hatine birîn” Arif Samî Rende hatibû binçavkirin. Rende yê 86 salî ji ber îtîrazê sînorê temen do (Înê) hatibu berdan.

Rende yê dîsa hat binçavkirin û hat girtin.

Di erdhêjê de 2 blokên sîteyê hilweşiyabûn. 105 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Li seranserî Tirkiyeyê erdhêj berdewam bin

Li parêzgeha Çewligê ê û li parêzgeha Hatayê erdhejên nû çêbûn ku pileya wan di ser 4 pileyan re bû.

(AFAD) ragihand ku roja Şemiyê li navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çewligê bi pileya 4.4 û li navçeya Samandagê ser bi parêzgeha Hatayê jî bi pileya 4 erdhejên nû çêbûne.

 AFADê ragihandiye ku dê li seranserî Tirkiyê erdhej berdewam bin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Beril Caymaz

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Weşana berê

Rapora ‘Piştî Erdhêja 6ê Sibata 2023yan Rewşa Zarokên li Stargehên Demkî Yen Li Amedê’ hat weşandin

Weşana paşê

Keça Qazî Mihemedî, Sûheyla Qazî miriye

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Li Semsûrê erd hejiya

Li Çelîkhan, navçeya Semsûrê di saet

Serboriyên Otostopê – I: Ji Qoserê Heta Semsûrê Cotek Sol û Gula Reş

Çawa derketim, baranê lê kir. Ez

Bajarên kurdan ji bo erdhêjeka nû çiqas amade ne?

Tirkîyeyê du erdhejên mezin û bibandor