Erdhej û tenduristî

Erdhej û tenduristî
Erdhej û tenduristî
Gazete Duvar
  • 25 Şubat 2023 09:36
Hatay, piştî erdhêjê… Wêne: Murat Bayram

Dr. Eser Çetîn

Piştî erdhejê yek ji wan rewşên herî bi bandor jî derûnî ye. Nexweşiyên derûnî û psîkolojîk pir çêdibin. Depresyon, anksiyetê, sendroma şûnê-hewariyê, tirs, panîk, xwe bêçare hîskirin.

06.02.2023 saet 04.17an de erdhejek mezin û dîrokî çêbû. Navenda erdhejê Mereş bû û pir bajar da ber xwe û kete rojeva cîhanê jî. Di serî de ji bo kesên çûne ser dilovaniya xwe xwedê wan bi rehma xwe şa bike û ji nexweşan re şîfa dixwazim, hêvî dikim ji binê kavilan mirov bên xelaskirin. Pir mirov û sazî di nava alîkariyek mezin de ne. Hêvî dikim ku wê bigihêjin encamên xweştir.

Ez ê bi giştî li ser çend tiştên girîng ê li ser erdhej û tenduristiyê bisekinim. Dibe ku wekî berdewamî ez li ser mijarên tenduristiyê yên li ser erdhejê nivîsên din jî paşê binivîsim. Hîpotermî, xerabûna gurçikan, Dehidratasyon, Sendroma Crashê, Sendroma Kompartmanê, Travma, Embolî, Nexweşî û rewşa derûniyê, nexweşiyên têger- vegir ên wekî zikêşê, gurîbûn an jî xurî… hwd. ji pir alî ve mirov dikare rewşê binirxîne.

HÎPOTERMÎ

Mixabin zivistan e û ji ber ku germahiya laş dikare bikeve û mirov dikare têkeve hîpotermiyê xetereyek mezin e ev rewş. Demên asayî de germahiya laş kêm zêde 36,5 – 37,2 pîle (derece) ye. Dema germahiya laş dakeve binê 35 pîleyan bandora hîpotermiyê li ser laş xwe hêdî hêdî dide der. Li gora asta hîpoyermiyê jî tade li mirov tê. Kesên ji bin xerabe û kavilan hatine derxistin divê bên germkirin û germahiya laşê wan bê asta normal. Bi betanî an jî kinc û cilan hewce ye nexweş bê nixumandin.

SENDROMA CRASHÊ

Ji ber eciqandina kas- masûlkeyan masûlke perçe dibin û bermahiyên masûlkeyan an jî enzîmên mayî gurçikê xera dikin û dikare bibe sedema xelasbûn- îflaskirina gurçikê jî.

XERABÛNA GURÇIKAN

Hem ji ber ku laşê mirov bêav maye (dehidratasyon) û hem jî ji ber eciqandina kas û masûlkeyan barê giran dikeve ser gurçikê û çawa nexweş ji binê xerabeyan hatin derxistin divê bi taybetî bi serûman wendahiya avê bê dayîn. Hewce ye mirov li nexweşxanê bê şopandin û li gora asta êşandina gurçikê dikare hewcedarî bi diyalîzê jî çêbibe.

Dewama nivîsê