ZINDÎ- Roja 12emîn ya erdhejê

17/02/2023

Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Kocaelîyê bang li karsazan kir : Kesên ji herêma erdhejê hatine îstihdam nekin

Serokê Odeya Pîşesazî ya Kocaelîyê Ayhan Zeytinogluyê got “Divê em nifûsa kedkar bînin vê derê. Daxwaza min ew e ku hûn kesên ku ji erdhejê tên îstihdam nekin. Em nabêjin ku alîkariyê nekin lê îstihdam nekin.

Di roja 12emîn de dengek ji bin kavilan de hat

Piştî erdhejên li Maraşê Apartamanê Defne yên li Antakyayê jî hilweşiya. Di roja 12emîn a erdhejê de di bin kavilan de deng û germ hat tesbîtkirin. Tîmên diyar kir ku di bin kavilan de 3 kes hene. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.

11.45

2 kes di bin kavilan de hatin derxistin

Li Antakyayê piştî 261 seatan Mehmet Alî Şakîroglu yê 26 salî û Mustafa Avcî yê 34 salî ji xirabeyan hatin xilaskirin.

Azra ya 4 salî ku ji binî kavilan hat derxistin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

Azra Duru Malaç a 4 salî li Antakyayê di bin xirbeyan de mabû. Di encama xebatên lêgerîn û xilaskirinê de sax hatibû ditîn. Azra yê li Nexweşxaneya Perwerde û Lekolîne ya Bajarê Edeneyê jiyana xwe ji dest daye.

Hejmar her ku diçe bilind dibe

Li gorî daxuyaniya AFADê di erdhejê de 38 hezar û 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li herêmê 4 hezar û 734 erdhejên biçûk pêk hatine.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Beril Caymaz

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Weşana berê

Li Wanê bi pîleya 4,0 erdhêj

Weşana paşê

LIVE – 12th day of the earthquake

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di