Zarokên Amedê û Ava ku ji dîrokê dizê: ‘Anzele’

Zarokên Amedê û Ava ku ji dîrokê dizê: ‘Anzele’
Zarokên Amedê û Ava ku ji dîrokê dizê: ‘Anzele’
Gulistan Korban
  • 13 Haziran 2023 07:22

Kelegerma havîna Amedê hêdî hêdî rûyê mirovan diperitîne. Her çend di dereceyan da 33 xuya bike jî, germahîya ku tesîrê li laşê mirovan dike ji 38 dereceyan ne kêmtir e.  

Ji ber vê germê di mehên havînê da, Amedî xwe diavêjin ber dîwarên Sûran. Zarokên li Sûrê jî berê xwe didin Hewza Anzeleyê.

Dema hûn li Sûrê ji Du Derîyê, ber bi Derîyê Mêrdînê ve dimeşin, ji parkek nêzî taxa Îskenderpaşayê dengên xweş yên zarokan mirovan pêşwazî dikin.

Gava mirov wan dengên xweş dişopîne û derbasî aliyê din yê rêyê dibe, rastî hewzek piçûk û bi dehan zarokan tê, ku wê li hewzê avjenîyê dikin.

Bi hatina havînê ra li Anzeleyê jî xirecir û keyfxweşiya zarokan jî dest pê kiriye. Her ku em nêzîkî ava Anzeleyê dibin dengê xirecira zarokan zêdetir dibe.

Hinek zarok tevî cilên xwe ne û hinek zarokan jî xwe tazî kirine û hema xwe davêjin nava avê. 

Dema em digihêjin hewzê, zarok li dora me kom dibin û dixwazin nîşanê min bidin ka ew çawa avjenîyê dikin. 

Remezanê 10 salî jî yek ji wan zarokan e. Wî jî bi destê bavê xwe girtîye û ji bo bikevê ava Anzeleyê ji semta Alayê heta Sûrê hatiye. 

Em her havînê tên Anzeleyê. Ez gelekî ji ava Anzeleyê hez dikim. Ava li vir ji ya hewzê xweştir e. Li vir em bi hevalên xwe ra jî dicivin. Çoşa vê derê xweştir e.

Remezan

Ne tenê zarokên li Sûrê herwiha ji derdora bajêr jî zarok ji bo bikevin ava Anzeleyê, destên dê û bavên xwe digirin û berê xwe didin Sûrê.

Dê û bavên wan jî li ber hewzê rûdinin û çoş û kêfa zarokên xwe temaşe dikin. Ez jî diçim li rex wan malbatan rûdinim.

Zilamekî li rex min, temenê wî teqrîben 40 sal e, bi kelecan bang li kurê xwe dike.

“Ehmed were cilê xwe biguherîne, Ehmed!”

Ehmedê bi cilên xwe ketiye avê, şil û pil bûye. Wî bi darê zorê bavê xwe anîye Anzeleyê. 

Bavê Ehmedî bi gazinc e. Ji bo dilê kurê xwe nehêle roja betlaneya xwe di bin germa Amedê da li ber hewzê derbas dike.

Îro roja betlaneya min e. Kurê min mejîyê min xwar, got îla em biçin Anzeleyê. Ji bo vê avê (avê nîşan dide) me ji Huzûrevlerîyê da rê û em hatin vê derê. Hema bila dilên zarokên me şa bibin.

Bavê Ehmedî

Ava ku niha ji bo zarokan cihê coş û kêfxweşîyê ye, di wextê xwe da bûye mijar û çavkaniya stranên gelêrî û efsaneyan.

Anzeleyê demek berê ava vexwarinê ya Amedê dabîn dikir. Li gorî riwayet û efsaneyan, wekî Gola Masîyan ya Rihayê, di Anzeleyê da jî masîyan avjenî dikirin û wekî pîroz dihatin dîtin.

Evliya Çelebî jî di Seyahâtnameya xwe da behsa Anzeleyê kiriye. Çelebî, ava Anzeleyê wekî avaka pîroz bi nav kiriye û gotiye, “Ev av şifa ye. Ev ava masiyan jî ava nemiriyê ye, kî bikeve avê û çil rojan ji ava wê vexwe, bi emrê Xwedê wê saxlem be.”

Ji kanîyê aveka hênik diherike. Kanîyê, dîrokeka du hezar salan heye. 

Ev cihê ku navê wê yê rastî Ayn-ı Zelal e, bi kurtasî jê re Anzele tê gotin. 

Tê gotin ku heya salên 1950an, Anzele yek ji sê çavkaniyên avê yên girîng ên bajêr bûye.

Di demên qedîm de ev av li derdora taxa Derîyê Mêrdîna Amedê digere û ji cihê ku çermê heywanan lê tê çêkirin (Dabaxaneye) derbas dibe. Navê wê avê jî “Heram” bûye. 

Sala 1978an bi ser kanîyê da beton tê rijandin û kanî tê texrîbkirin. Piştî 36 salan, 2014an bi hewildanên Şaredarîya Bajarê Mezîn e Amedê kanî cardin derketiye meydanê û ava wê ya bi bereket hê jî diherike.

Anzele niha, aşên avî digerine, baxçeyên dîrokî yên Hewselê av dide û şîn dike, dibe çengek li çemê Dîjleyê zêde dibe.