Yilmaz Ozdîl: Mecbûr mam Aforozê wekî kurtefîlm bikêşim

Yilmaz Ozdîl: Mecbûr mam Aforozê wekî kurtefîlm bikêşim
Yilmaz Ozdîl: Mecbûr mam Aforozê wekî kurtefîlm bikêşim
Qesîm Etmanekî
  • 18 Nisan 2023 11:11

Kurtefîlma Aforozê ya ku derhênerîya wê Yilmaz Ozdîl kiribû, îsal di 42yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê da hat nîşandan.

Kurtefîlma Aforozê, îsal di nav pêşbirka kurtefîlmên neteweyî da, beşdar dibe.

Derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl bi kurtefîlma xwe ya Barê Giran ra hatibû nasîn û bi wê fîlmê gelekî xelatan wergirtibû.

Hêjayê behsê ye ku lîstikvanên wekî Saman Mustefa, Tariq Akreyî, Nazmi Karaman, Atiye Ozdil, Hilmi Demirer û Haşim Ozdemir di kadroya vê kurtefîlmê da cîh digirin.

Derhênerê kurtefîlmê Yilmaz Ozdil ji Botan Timesê ra da zanîn ku wî fîlma xwe li Hîzana Bidlîsê  kêşandiye. Her wiha Ozdil dibêje ji ber nebûna fînanasmanê, fîlma xwe wekî kurtefîlm kêşandiye.

Aforoz 7 xelatan wergirtiye

Fîlma min kurtefîlmeke 20 deqîqeyî ye. Min fîlma xwe di Sibata sala 2022an da li Hîzanê (Bidlîsê) kêşa. Bi alîkarîya hinek sazîyên Yekîtîya Ewropayê wekî Sivil Duşun û Culture Civicî. Heta niha li dinyayê beşdarî 50 festîvala bûye û 7 xelat wergirtiye. Ji wan 50 festîvala tenê 5 li Tirkiyê ne.

Yilmaz Ozdil

Wêne: Adar Baran Deger

Di eslê xwe da ev kurtefîlm projeyekî bi heman navî ya metrajdirêj bû. Min nikarîbû ev fîlmê dirêj bikêşim ji ber nebûna fînansmanê. Ez jî mecbûr mam kurtefîlma wê bikêşim. Bes ev proje çend sal berê niha projeya metrajdirêj di festîvala Enqereyê da xelata jurîyê wergirt û ketibû nav 10 projeyên Koprude Buluşmalar a Stenbolê jî.

Yılmaz Ozdil

Aforozkirina Zikoyê Xewger

Wêne ji kurtefilmê hatiye wergirtin

Kurtefîlma Aforozê li Stenbolê du navendên sînemayê hat nîşandan. Ji ber sedama ku li navenda Çandî a Frensî cîh nemabû min berê xwe da Sinematek Sinemaevîya Kadikoyê.

Di salona kurtefîlmên pêşbirkê da, girseyeke mezin a sînemahezên Stenbolê cihê xwe girtibûn. Ji ber ku li nav salona sînemayê wênegirtin qedexe bû mixabin min wêneyê wê girseyê negirtiye.

Di fîlmê da behsa çîroka Zikoyê xewger û Lalo tê kirin. Zikoyê xewger di xewna xwe de sûcekî  wisa dike ku şênîyên gund nikarin vê qebûl bikin.

Gundî biryar didin Ziko ji gund bavêjin û vê biryarê ji niştecihên gundên derdorê re jî didin sehkirin ku bila wî li ba xwe nehewînin.

Ziko piştî vê biryarê dixwaze xwe bigihîne bajêr. Ew di rê da rastî Lalo tê û çîroka wan li wir dest pê dike.

Wêne ji kurtefîlmê hatiye wergirtin

Xelatên Aforozê

Kurtefîlm heta niha beşdarî 50 festîvalan bûye. Aforoz li Yewnanîstan, Swêd û di Festîvala Duhokê da wekî fîlma herî baş hatiye xelatkirin.

Her wiha li Îspanya û Yewnanistanê xelata baştirîn lîstikvan, li Îtalyayê xelata rêzgirtin û li Cezayîrê jî xelata baştirîn derhêner wergirtiye.