Yekitiya Malbatên ji Kurdîstanê li Almanyayê – YEKMAL: Kargeha Dijîtal a Wergerê ji bo Wêjeya Zarok û Ciwanan li dar dixe

Yekitiya Malbatên ji Kurdîstanê li Almanyayê – YEKMAL: Kargeha Dijîtal a Wergerê ji bo Wêjeya Zarok û Ciwanan li dar dixe
Yekitiya Malbatên ji Kurdîstanê li Almanyayê – YEKMAL: Kargeha Dijîtal a Wergerê ji bo Wêjeya Zarok û Ciwanan li dar dixe
Botan Times
  • 8 Nisan 2022 09:08

Yekitiya Malbatên ji Kurdîstanê li Almanyayê – YEKMALê ragihandiye ku ew dê Kargeheka Dîjîtal a Wergehê ji bo Wêjeya Zarok û Ciwanan Li dar bixin. Kargeh dê 4 roj be û online pêk were. Di kargehê de dê di çarçoveya kurdî de dijwarî, sînor, derfet û hewcedarîyên taybet ên qada werger û pirzimanîyê di wêjeya zarokan de bê nirxandin.

Akademîya YEKMALê aşkere kiriye ku, armanca van kargehan ew e ku zehmetiyên bingehîn ên li pêş wergera kurdî werin nîqaşkirin û ji bo teşwîq û pêşveçûna wergêran derfet û piştgirî werin pêşkêşkirin.

Di kargehan de, beşdar dê komên piçûk de hevkariyê bikin di xebatên xwe yên wergerê de. Kargeh dê ji aliyê pisporan ve werin rêvebirin. Zimanên sereke yên xebatê kurdî-ingilîzî an jî kurdî-almanî ne. Ji xeynî kargehan, di çarçoveya projeyan de, ew ê du panelên vekirî jî werin lidarxistin ku pêşkêşiyên li ser aliyên cuda ên mijara wergerê dê werin parvekirin.

Agahîyên berfirehtir û agahîyên serîlêdanê di pêvekê de ne:

Wergerandina Pêşerojê an jî Pêşeroja WergerêKargeha Dijîtal a Wergerê ji bo Wêjeya Zarok û Ciwanan

Îro zarok wêjeya (edebiyata) ji çar aliyên cîhanê dixwînin. Di vê pêvajoyê de wergêr roleke girîng dilîzin ji bo derketine derveyî sînorên zimanan, lê ew bi xwe gelek caran nayên dîtin.

Bi rêzekargehên dîjîtal ên 4 rojan, em ê di çarçoveya kurdî de dijwarî, sînor, derfet û hewcedariyên taybet ên qada werger û pirzimaniyê binirxînin di wêjeya zarokan de.

Armanca kargehan ew e ku zehmetiyên bingehîn ên li pêş wergera kurdî werin nîqaşkirin û ji bo teşwîq û pêşveçûna wergêran derfet û piştgirî werin pêşkêşkirin. Di vê xebatê de, em ê guh bidin perspektîfên nivîskar, wergêr û weşangerên xweyî serpêhatî (tecrûbe).

Di kargehan de, beşdar dê komên piçûk de hewkariyê bikin di xebatên xwe yên wergerê de. Kargeh dê ji aliyê pisporan ve werin rêvebirinn. Zimanên sereke yên xebatê kurdî-ingilîzî an jî kurdî-almanî ne. Ji xeynî kargehan, di çarçoveya projeyan de, ew ê du panelên vekirî jî werin lidarxistin ku pêşkêşiyên li ser aliyên cuda ên mijara wergerê dê werin parvekirin.

Demên Kargehan

14 Gulan
21 Gulan
4 Hezîran

  1. Hezîran

Serî lê bidin!

Ev xebat ji bo wan kesan e ku xweyî tecrûbe/ serpêhatiya wergerê ne ku ji zimanên wek almanî an jî ingilîzî wergerê dikin kurdî an jî ji kurdî wergerê dikin van zimanan. Kesên dixwazin beşdar bibin divê xweyî asteke bilind bin di kurdî de (kurmancî, soranî an jî kirmanckî/zazakî), lê ne mecbûrî ye ku berhemên wan ên çapkirî hebin. Ji bo serlêdanê, ji kerema xwe heta 25’ê Nîsanê

  • mînakeke xwe ya wergerê,
  • CV,
  • nameyeke armanca beşdariyê

bişînin ser emaîla ([email protected]).

Ev proje ji aliyê Akademiya Yekmalê bi piştgiriya Dezgeha Wergerê ya Almanyayê pêk tê.

Zêdetir Agahdarî & Serlêdan:
Yekmal Akademie
Schönleinstr. 23, 10967 Berlin
Tel: 030 81797365
E-Mail: [email protected]