XWEBÛN du salî ye

21/12/2021

Tekane rojnameya heftane ya kurdî du salên xwe yên weşanê temam kirin. Bikarhênerên medyaya civakî û nivîskar û rojnamegeran du salîya rojnameyê pîroz kirin. Di medyaya civakî de haştagên bi sernavên “XwebûnDuSalîye” û “XwebûnXweNasîne” hatin vekirin.

Rojnameya Kurdî ya heftane Xwebûn, ji aliyê rojnamevanên Kurd ve ji bo balê bikşîne ser zimanê Kurdî yê di nava asîmîlasyonê de ye û ji bo belavkirina zimanê Kurdî hatiye avakirin. Rojnamegerên Kurd li ser platforma Twitterê bi hashtagên “#XwebunDuSalîye” û “#XwebûnXweNasîne” kampanyaya piştgirîya Xwebûnê dane destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya ku rojnameger, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn de parvekirinên wek “Xwebûn ziman û çand e”, “Xwebûn zimanê dayîkê ye, parastina zimanê dayîkê ye”, “Xwebûn parastina nasnameyê ye”, “Zimanê me ye. hebûna me ye. Werin em hebûna xwe biparêzin, Xwebûn bişopînin û bixwînin” û “Em Xwebûn in, em li pey xwe bin” hatin kirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Rojnameger Hayrî Demîr: Dixwazin ku em li korîdorên ‘edlîyeyan biçin û bên û nikaribin karê xwe bikin

Weşana paşê

Mehdi Mutlu : Henekên min û enerjiya min ji bo dayina peyaman in

Te hay ji vê heye?

Lêpirsîn li dijî rojnameger Oznur Degerê dest pê kiriye – bianet

Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li dijî

Malpera Xwebûnê hat astengkirin

Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin. Malpera

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di