Xetên Stenbolê dê bo sersalê belaş bin

29/12/2022

Xetên çûyînûhatinê yên Marmaray ya Stenbolê, Başkentray ya Enqerê û Îzban ya Îzmîrê dê di sersalê de belaş bin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biryara ser çûyînûhatina belaş îmza kir.

Li gor biryarê, çûyînûhatina belaş dê ji saet 00:00 ya 1ê Rêbendanê de destpê bike û heta saet 00:00 ya 2yê Rêbendanê bidome.

Bajarên Kurdan yên li Tirkîyê bo sersalê hîn çûyînûhatinên belaş ranegihandine.

Foto: Wikipedia


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Tarîxname: Pierre Cardin îro mir

Weşana paşê

Robozik: “For 11 years the pain in our hearts is the same”