Wesayîta zirxkirî li zarokeka biçûk xistiye

21/10/2021
Farqîn 2015

Hat ragihandin ku li Wêranşarê wesayîta zirxkirî li zarokeka 5 salî dema ku dixwest kuçeyê derbas bike xistiye.

Li Taxa Kişlayê ya Navçeya Wêranşara Rihayê wesayîta zirxkirî ya tîpa Akrpê li zarokeka 5 salî xistiye û bi giranî birîndar kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê wesayîtê di saetên nîvroyê de li zarokê xistiye û piştre birine Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. 

 Li gorî dîmenên kamerayên ewlekariyê yên ku li nizîkî cihê bûyerê ne, zarok di bin wesayîta zirxpoş de dimîne û wesayît lingên zarokê dieciqîne. 

Apê  zaroka 5 salî derbarê bûyerê de zanyarî daye û ragihandiye ku ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înanê ya Rihayê kirine.

Li gor agahîyên dawî metirsîya jiyanê ya zarokê derbas bûye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Gelo rojnamegerîya bêalî pêkan e?

Weşana paşê

Mihrîcana Şano û Zarokan li Silopîyê dest pê kiriye

Te hay ji vê heye?

Ekrem İmamoğlu: Îqtidar ji kontrolê derketîye

Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoğlu derbarê qeyûman

Jinên ku jiyanên wan li nav zeviyan asê mane: Karkerên demsalî

Di bin germahîya Amedê ku mirovan

Karkerekî DEDAŞê: Em her roj tûşî mirinê dibin

Li ber derîyê Şirketa Belavkirina Ceyranê

Gelê Rihayê û mîtînga YSPyê

Ez duhî (duşem) li Rihayê bûm.