Piştî ku Amedspor duhî li Bursayê rastî êrîşên nijadperestane hat wê îro daxuyand ku ew ê serî li UEFAyê bide.

Tîma Amedspora ku li Bursayê rastî erîşan hatibû li Balafirxaneya Dîyarbekîrê ji aliyê girseyeke mezin ya alîgirên Amedsporê hate pêşwazîkirin.

Li ser daxuyaniya komên alîgir bi sedan kes di serê sibehê de berê xwe dan balafirxaneyê.

Girseyeke qerebalix ji bo qafîleyê pêşwazî bike rê ya balafirxaneyê girt.

Otobusa tîma Amedsporê û alîgiran berê xwe dan Stadyûma Şexmûs Ozerî ya Amedsporê. Li wir wê bi beşdariya saziyên civaka sivîl civîneke çapemeniyê pêk bê.

Li aliyê din Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajarê Amedê jî bo pîştevaniya bi Amedsporê re dê li tesîsên Amedsporê daxuyanik bide.

Çi bûbû?
Duh li Bûrsayê, di navbera Bûrsaspor û Amedsporê de maçeke futbolê pêk hat.
Beriya wê bi rojekê, alîgirên tîma Bûrsasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn.
Di maça hat lîstinde jî alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî lîstîkvanên Amedsporê kiribûn.
Ji tîma Amedsporê gelek kes birîndar bibûn.
Tişta ku li Amedsporê hat kirin, ji aliyê gelek kesan ve wekî êrîşek nijaperestî hatibû binavkirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.