Sîyasetvanên Amedê dibêjin berî Îmamoglu jî qeyum hebûn

Sîyasetvanên Amedê dibêjin berî Îmamoglu jî qeyum hebûn
Sîyasetvanên Amedê dibêjin berî Îmamoglu jî qeyum hebûn
Hasan Şale
  • 25 Aralık 2022 08:34

Sîstema qeyuman bi cezayê li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatiye birîn careke din ket rojeva Tirkîyê. 

Dadgeheke Stenbolê di rojên borî de jiber heqareta li endamên lijneya hilbijartinê 2 sal 7 meh û 15 roj cezayê zindanê û qedexeya sîyasetê li Îmamoglu birî û vê yekê bo Şaredarîya Stenbolê jî gumana tayînkirina qeyum çêkir. 

Bi gumanên ser Şaredarîya Stenbolê sîyasetvan balê dikişînin ser 48 qeyuman ku piştî hilbijartinên herêmî yên 2019an li şaredarîyên HDPê hatine tayînkirin. 

Botan Times bo minaqeşeyên ser sîstema qeyuman bi Şaredarê Erxenîyê Ahmet Kaya û Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Amedê Zeyat Ceylan re axifî.

”Bo Şaredarîya Stenbolê plana mihendisîyekê heye”

Ahmet Kaya, ku Cîgirê Serokê Partîya Însan û Azadîyê (PIA) ye, di hilbijartinên herêmî yên 2019an li Erxanîyê bi Tifaqa Kurdistanî bi ser ketiye, bûye şaredarê wir, lê di sala 2020yan de ji kar hatiye dûrxistin. 

Kaya dibêje rewşa Îmamoglu ji hinek alîyan ve ji meseleya qeyuman cudatir e û îdia dike ku bo Şaredarîya Stenbolê plana mihendisîyekê heye. 

Cîgirê Serokê PIAyê Ahmet Kaya

Ew dîyar dike ku navê Îmamoglu bo namzetîya serokomarîya Tirkîyê derbaz dibe û dibêje Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) bo şaredarîya Stenbolê bi dest xwe xin dixwazin ku ew bibe berbijar. 

Li gor nêrîna Kaya, ger Îmamoglu di hilbijartinên serokomarîyê de bi ser nekeve ewê AKP bi reyên endamên meclîsê seroktîya şaredarîyê bi dest bixe ku ew jî bi awayekî demokratîk tayînkirina qeyum e. 

Bi ya Kaya, sîyaseta ku naxwaze Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bibe namzetê muxalefetê pirtir navê Îmamoglu derdixe pêş. 

Kaya dibêje di doza kê de Kurdewarî hebe hikûmeta Tirkîyê êrîşî wan dike û peyvajoya qeyuman jî nîşana vê yekê ye. 

Hevserokê HDPyê Amedê Zeyat Ceylan ser qeyuman dibêje ger pêşî li zilmê neyê girtin ewê êrîş sîrayetî hemî dînamîkên din jî bike.

Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyat Ceylan

”Hedef ne HDP ye, lê gelê Kurd e”

Ceylan dîyar dike ku dema li şaredarîyên HDPê qeyum hatine tayînkirin, xêncî yên partîya wan, bertekên dengbilind çênebûne û vê yekê jî rê li ber zilma ser Kurdan vekiriye. 

Ew dide zanîn ku îqtidar, şaredarîyên ku nekarîye bi hilbijartinê bi dest bixe, dixwaze bi zora dewletê bistîne û dibêje nêzî 7 sal in ser HDPê êrîşên giran hene.

Ser zextan, Zeyat dibêje dewlet êrîşan dibe ser partîyên din yên Kurdan jî û dîyar dike hedef ne tenê HDP ye lê gelê Kurd e. 

Di rojên borî de, polîsan jiber dardakirina ala Herêma Kurdistana Îraqê bi ser merkezên Partîya Sosyalîst ya Kurdistan (PSK), Partîya Azadîya Kurdistan (PAK) û Hereketa Azadîyê degirtibûn û dest danîbûn ser al û komputeran. 

PSK, PAK û Herketa Azadî li Amedê bi piştgirîya nûnerên HDPê ser operasyonan bertek nîşan dabûn.