Serîlêdana ‘Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî’yî dest pê kiriye

Serîlêdana ‘Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî’yî dest pê kiriye
Serîlêdana ‘Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî’yî dest pê kiriye
Botan Times
  • 24 Aralık 2021 11:47

Serîlêdanên “9emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî” destpê kiriye. Ev pêşbirk ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arîyî tê li darxistin. Arjen Arî di sala 2021an de çû ser dilovanîya xwe, piştî wefata wî û vir de ev pêşbirk tê li dar xistin.

Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Malbata Arjen Ariyî û Weşanên Sor pêşbirka 9emîn wê li dar bixin.

Lijneya Pêşbirkê ya îsal dê ji van navan pêk tê: Îrfan Amîda, Necla Arî, Hamid Omerî, Hatice Kılıç û Rêdûr Dîjle.

Serlêdan wê heta 1ê Adara 2022an dewam bikin.

Şert û mercên serlêdanê:

Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin a xwîneran bike ev in; 

o   Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

o   Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin. 

o   Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê. 

o   Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.     

o   Berhemên ku ji hêla saziyek ve hatibin xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibin nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

o   Berhemên ku beşdarî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

o   Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

o   Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelatê nede.

o   Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.

o   Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe bêne şandin.

o   Divê dosye ku bi kompîtorê hatibe dîzaynkirin û li USByek were barkirin û ev USB di nav dosyeya serlêdanê de cî bigire.

o   Dosyeyên ku bi kompîtorê nehatibin dîzaynkirin û tê de USB tunebin nayên nirxandin.

o   Divê li ser dosyeyê yan li ser USByê nav, nîşan, mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.

o   Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan, telefon û e-maila xwe di nav zerfeke devgirtî de rêbikin. 

o   Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2022an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û tarîx û ciyê merasîma xelatdanê dê paşê bê ragihandin.

o   Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî Yenişehir Mah. Ali Emiri 5. Ademoglû Apt. No: 8 Daire:7 Yenişehir/Diyarbakır (poste divê li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê be). 

o   Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.

o   Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyên wan nayêne vegerandin.

o   Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.

Bianet Kurdî*