Kovara Dilopê hejmara xwe ya Adar û Avrêlê, hejmara 24an derxistiye. Kovara Dilopê kovareka hunerî, polîtîk û çandî ye û du mehên carekê derdikeve. Mijara dosyaya vê hejmarê “Termînolojî û Amûrên Mûzîka Kurdî” ye.

Dosyaya vê hejmarê li ser mûzîka kurdî saz bûye. Ji bo mijarê jî Ekrem Yildiz li gel Etnomûzîkolog û berhevkar Serdar Cananî axivîye.

Cananî ji bo teza xwe ya lîsansa bilind, li gelek deverên Kurdistanê karê berhevkariyê kiriye û hêj dike û bi vê yekê re ew fikir  pêre bûye ku lazim e termînolojiya muzîka kurdî bê danan.

Ew dibêje; “Eger mirov bi nivîskî lê binerîtin mirov neşet bêje termînolojiyeke muzîka kurdî heye ku her kesek pê agahdar e, her kesek pê zanîtin kanî kîjan formênmuzîkê yan jî kîjan cureyên muzîkê yên kurdî hene ku ji hev in an jêk cuda ne. Sîstematîze nebûye. Ji ber wê jî di destê me de tiştek we nîn e ku mirov behsa termînolojiya muzîka kurdî biket… Îja ji ber hindê jî min hez kir ev nîqaş bila li ser termînolojiya muzîka kurdî bît ca em bişên her herêmekî muzîka xwe çawan bi nav diketin an jî miqamêt xwe çawan bi nav diketin.”

Ji nivîsên kovarê, Reşo Ronahî axaftina Rakel Dink ku di 15 saliya kuştina hevjînê xwe rojnameger Hrant Dînk de îsal kiribû wergerandiye kurdî û weşandiye. Nivîs bi sernavê “Dengê te di guhê me de” hem tirkiya wê hem jî wergera wê ya kurdî hatiye belavkirin.

Recep Maraş bi sernavê “Portreya entellektuelekî kurd Mela Mehmûdê Bazîdî” portreya Bazîdî nivîsandiye. Maraşli dibêje, “Akademîsyenan di nav xebata kurdolojiyê de bi têra xwe li ser wî nîqaş nekiriye, ev yek gelek balkêş e.”

Ozan Serhedî jî bi navê “Dawetên Herêma Mûşê” nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Îsmaîl Dîndar jî “Tirşik û Tirşikçî” nivîsiye

Ji hevpeyvînên kovarê Zeynep Arslan ligel bavê xwe Mehmet Arslan hevpeyvîneke kiriye. Mehmet Arslan li ser wêjeya devkî lêkolîn kirine û di vê çarçoveyê de pirtûkeke bi navê “Sanika Çeneka Pelewane” amade kiriye. Di hevpeyvîna tirkî de li ser vê xebatê hatiye sekinîn.

Hevpeyvîna din jî bi kurdî ye ku Berîvan Kayî ligel huner jin ên Ma Muzîkê ku navê Jin MA li xwe kirine axiviye.

Li aliyê din di vê hejmarê de nivîsên kesên wekî Sezaî Sarioglu, Ayşen Şahin, Bariş Avşar, Dr. Eskerê Boyîk, Nevzat Onaran, Anton Makarenko, Îsmaîl Dîndar, Mela Mihyedîn, Mehmet Bayrak û Îbrahîm Karaca hatine weşandin. Her wiha Seydayê Tîrêj, Mîman Evdilhekîm, Fewzî Bîlge, Metîn Eloglu, Ahmet Erhan, Evdilxaliqê Îsa û Cengîz Sînan Çelîk bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.