Semyanî Perîzadeyê bi navê “Biryarekî” straneke nû weşandiye

Semyanî Perîzadeyê bi navê “Biryarekî” straneke nû weşandiye
Semyanî Perîzadeyê bi navê “Biryarekî” straneke nû weşandiye
Botan Times
  • 8 Mayıs 2023 08:19

Semyanî Perîzadeyê ji bo wan kesan bêbiryar in û naxwazin biçin ser sindoqan straneke amade kiriye.

Gotinên stranê Parîzdayê bi xwe nivîsandine û kompozisyonê wê amade kiriye.

Ew bi vê stranê dixwaze bala wan kesan bikişîne ku di hilbijartina 14ê Gulanê de bêbiryar in.

Perîzadeyê dixwaze wan kesên bê biryarên biçin dengên xwe bidin Partîya Çepên Kesk.

Ramîn Rabieiyî aranjoriya stranê kiriye. Her weha Ciwan Ayaz û Pinar Ozdemîrê jî bi dengên xwe alîkariya Perîzadeyê kirine.

Hêjayê bibîrxistinê ye Perîzadeyê ji bo namzetiya parlamenteriyê serî li YSPyê dabû. Lê di encamê de ev daxwaza wê nahitebû pejirandin.

Semyanî Perîzade kî ye?

Di sala 1981ê de hatiye dinê. Ew zaroka herî biçûk a malbateke kurd e. Biçûka 11 zarokan.

Semyanî Perîzade di salên 1992-93an de ji ber koçkirina bi darê zorê ya ji herêma ku malbata wê lê dijîn, bi malbata xwe re li Mêrsînê bi cih bû.

Perîzade ku ji ber şert û mercên serdemê û îmtîhana malbatê ya bi koçberiyê re nekarî xwendina xwe bidomîne, lîse ji dûrî ve xwendiye û xilas kiriye.

Demekê li Mersînê, di Koma Şanoya Hunerê a Hello de lîstikvanî kir. Pişt re çûye Stenbolê û perwerdeya stranbêjiyê wergirtiye.Herweha ew mamosteya yogayê ye.

Beşa Civaknasî û Sînema TVyê qezenc kir û piştî demekê ji ber şert û mercan dev ji xwendina xwe berda.