Bernameya li ser mûzîka kurdî Selîqe ku produksîyonîya wê Botan Times dike li ser hesabê YouTubeya Botan Timesê di weşanê de ye. Etnomûzîkolog Serdar Canan bernameya Selîqeyê bi moderatorîya Ekrem Yildizî pêşkêş dike.

Serdar Canan li ser mijarên cûr be cûr ên bi mûzîkê û mûzîka kurdî ve eleqedar in lêkolînan dike û wan agahîyan beş bi beş pêşkêş dike.

Di beşa yekem a Selîqeyê de Serdar Canan behsa konsepta bernameyê, naveroka bernameyê dike û herweha mijara beşa yekem jî “Ji çavê etnomûzîkolojiyê pênasekirina mûzîka kurdî” ye.

Kêşan û pevxistina vê bernameyê jî derhênera Botan Timesê Semîha Yildiz dike.

Hûn dikarin bernameyê temaşe bikin:

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!