Zimannas Prof Zarê Yûsif bi merasîmekê hat oxirkirin

Zimannas Prof Zarê Yûsif bi merasîmekê hat oxirkirin
Zimannas Prof Zarê Yûsif bi merasîmekê hat oxirkirin
Vahdet Uçar
  • 11 Şubat 2022 11:02

Li bajarê Saint Peterbûrgê yê Rûsyayê merasîmek ji bo xatir xwestina ji Profesor û Zimannas Zarê Yûsif (Zara Aliyevna Yusupova) li dar ket. Wê di 4ê Sibata 2022yan de xatir ji me xwestibûn.

Zêdetirî 80 pirtûk û lêkolînên li ser zimanê Kurdî yên Zarê Yûsif hene, ku berhemên encama xebatên dûr û dirêj in. Zarê Yûsif, yek ji kedkar û zanyarên dibistana kurdolojiya Sovyetê bû, ku di bin serpereştiya Qanato Kurdo gihîştibû asta bilind a zanista fîlolojiyê. Wê, di warê diyalektolojiya zimanê kurdî de li pey xwe zêdetir ji 80 berhemên zanistî hîştine.

Gelek kurd û xebatkarên zimanê kurdî ji bo xatirxwetina Prof. Zarêyê li Saint Petersburgê li hev civîyabûn. Ku wê jiyana xwe ji bo xebatên li ser zimanê kurdî terxan kiribû, zimanzanên din ew ji bîr nekirin. Zarê Yûsif ji bo civaka kurdan û netewa kurdan miroveka nirxbilind bû ku ew winda kirin.

Rêveberiya Enstituyê plankiribû ku termê Zarê Ûsiv, li Saint Peterbûrgê bi axê bê sipartin. Lê  xizmên wê, li gorî  wesiyeta merhûm bi xwe, biryar dan ku termê bibin Gurcistanê û li goristana malbatê bispêrin axê.

Zarê Yûsif sala 1934an li Gurcistanê ji dayîk bûbû. Sala 1958an ew, ji bo doktoraya tê Lênîngradê, an ku Saint Petersbûrga îroyîn, û ta roja dawî ya jiyanê xwe li vê zanîngeha Rojhilatzaniyê kar dike. Li diyasporaya kurdên Soveyata berê, Profesor Zarê Yûsif weke “Meta Zarê” dihat hezkirin. Lê navdengiya wê, ji sînorên Rûsya û Kurdistanê gelek dûrtir berbelav e. Ew qet nezewicî bû.