Sedsal berê 24ê Tirmeha 1923yan Peymana Lozanê hat îmzekirin.
Peyman, bi destê Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yûgoslavya û Tirkiyeyê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin.
Bi vê peymanê axa Kurdistanê di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê da hate dabeşkirin.
Ji bo Tirkîyeyê yek ji peymanên herî girîng e. Ji ber ku sînorên niha yê Komara Tirkîyeyê jî bi vê peymanê hatine diyarkirin.
Dema Peymana Lozanê dihat îmzekirin kurdan çi dikir? Gelo wan nikaribû midaxaleyî vê peymanê bikin ku welatê wan kiriye 4 parçe?
Li gor lêkoler û akademîsyen Sedat Uluganê ku li ser dîroka nêz ya kurdan lêkolînan dike, “Kurd di wê ferqê da nebûn ku Peymana Lozanê çi ye û dê ji wan ra çi bîne.”
Bi ser peymanê 100 sal derbas borî. Di nava sed salan da tu êş û elem nema ku kurdan li çar parçeyan nekêşan.
Di salên 1921-1923an da rewşa kurdan çawa bû. Lêkoler Sedat Ulugan behsa wan rojan dike:
“Şanşê kurdan nîn bû”
Dewleta Fransîyan, Sovyetan, Îngîlîzan û boşevîkan bi awayeka awarte piştgirîya kemalîstan dikirin û dixwestin Dewleteka Tirkan bê avakirin. Li gel piştgiriya van welatan şanşê kurdan tune bû.
“Girse û eşîrên kurdan bi polîtîkayê ra mijûl nedibûn”
Divê mirov vê jî bîne berçav ku di van salên 1921-1923an da bajarê kurdan hatine rûxandin. Kurdistan yekser hatibû rûxandin. Heta sala 1925an bajarên wekî Wan û Bedlîsê hê jî nehatine avakirin. Kurd perîşan bûne di wan deman da. 500 hezar kurd Şerê Yekem yê Cîhanê da ji ber nexweşî û birçîbûnê canê xwe ji dest dane. 500 hezarên wê jî di şer da mirine.
Li gorî reqemên wê demê hejmara nifûsa kurdan jixwe 3 mîlyon bû. Wê demê kurd hema bêje ji sêyê yekê nifûsa xwe ji dest didin. Mirov birçî bûn û li Kurdistanê xela hebû. Di wê pêvajoyê da girseyên kurdan û eşîrên kurdan bi polîtîkayê ra mijûl nedibûn.
“Kemalîst dibînin ku tesîra entelektûelên kurdan li ser girseyan nîne”
Wan kesên bi polîtîkayê ra mijûl dibûn, şêx û axayên kurdan bûn. Her wiha li Stenbolê jî navendeka entelektûelên kurdan hebû. Ev jî ji Malbata Bedirxanî û Seyyid Abdullahan pêk dihat.
Li Amedê jî di bin banê Malbata Cemîl Paşa da Cemiyeta Kurd û Tealiyê hatibû avakirin. Lê bandora wî li ser girseyan nîn bû û pir di nav xwe da bûn. Kemalîst jî wê yekê ferq dikin û dibînin ku tesîra entelektûelên kurdan li ser girseyan tune ye, lewma ew jî radibin bi êşîr, axa û şêxên kurdan ra têkiliyê datînin.
Ji wan ra dibêjin ‘Lozan şereke dîplomatîk e. Me çawa ku di şerê fîzîkî da li hemberî ewropayîyan li ber xwe da, em ê dîsa li ber xwe bidin. Ev dewleta me ye. Dewleta me dewleteka îslamî ye’ dibêjin û dixwazin wan qanih bikin ku piştgirî bidin Lozanê.
Tenê hin kadroyên Cemiyeta Kurd û Tealiyê, Elîşêr û Seyyid Riza, ku ne di bin tesîra sunîtîya kurdan da ne, îtraza peymana Lozanê dikin. Lê îtraza wan tê paşguhkirin.
“Haya kurdan ji Lozanê û encamên wê tunebû”
Kurd di wê ferqê da nebûn ku Lozan çi ye û dê ji wan ra çi bîne.
Tenê cend entelektûelên kurd û minewerên kurd di ferqê da bûn ku kemalîst nijadperest in. Lê eşîr û şexên kurdan ne di wê ferqê da bûn.
Fransî û îngilîz jixwe biryar dabûn û her tişt amade kiribûn. Tenê îmzekirina peymanê mabû.
Piştre jixwe li Lozanê li hev dicivin û di serkêşîya îngîlîz û fransîyan da peyman tê îmzekirin.
Axa kurdan bêyî wan li 4 welatan parî dikin.