Xelkê Tirkîyeyê di 14ê Gulana 2023yan da ji bo hilbijartinên parlamentoyê û Serokkomariyê diçe ber sindoqan.
Hilbijartinên li Tirkîyeyê ne tenê bala welatiyên li Tirkîyeyê her wîha bala Rojavayê Kurdistanê jî dikişîne.
Seroka Serokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê diyar kir ku ew amade ne bi piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bi hikûmeta nû ya Tirkîyeyê ra danûsendinan bikin.
Ehmedê di tweeteke xwe ya bi zimanên Kurdî û Erebî de ragihandîye
Hêvî ew e, hilbijartinên Tirkiyê hikumeteke ku çareserkirina pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û aştiyê qebûl dike, bi xwe re bîne. Ji bo ewlehî û aramiya herêmê, em ê ji bo danûstendin û hevkariyê hazir bin.
Îlham Ehmed
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.