Rojnamgerên Sînornenas (RSF) dibêje ku ji roja ewil ya erdhêje ve rojnamger hewl didin rewşa qadê bişopînin. Lê rojnameger ji alîyê rayedarên Tirkîyeyê ve gelek caran bi awayan cuda tên astengkirin. Ew bangê li rayedaran dike ku dawî li wan zeftên li ser rojnamegeran bînin. Divê rayêdar rêzê li ber karên wan bigire.
RFS ji roja ewil ya erdhêjê ve wan zordestî û zeftên ku li rojnamegeran tê kirin dişopîne. Şîdeta fîzîkî, girtin, dozên edlî, êrîşen înternetê û astengkirina Twitterê ji wan hinek in.
Rojnameger bi hinceta “navkirêtkirina polîs û dewlete” hatin sûcdarkirin. Hewldanên kontrolkirina rojnamegeran ji alîyê rayedaran ve her ku diçe bêtir xuya dibe.
Rayedarên Tirkîyeyê divê vê trajedîya li Tirkîyeyê bi astengirina rojnamegeran zêdetîr bi kar neynin. Astengkirin, êrîş, girtin, bûyerên tehdîtkirina rojnemgeran divê bê rawestandin. Rojnameger di nav wan şertên xirab de tenê karên xwe dikin. Nûçeyan wan ji her kesî re ji her wextê bêtir giringtir e.
Nûnerê RSF’ê li Tirkiyeyê Erol Onderoglu
Mahmut Altintaş: Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê
Sema Çaglak: Nûçegihana malpera nûçeyan a JinNewsê
Mehmet Gules: Nûçegihanê MA’yê
Ferît Demîr: Nûçegihanê televîzyona Halk TVyê
Ji bo agahîyên zêdetir, dikarin bixwînîn: Nûçeya RSFyê
Yonca Sarsilmazê ev nûçe ji Ingilîzîyê wergerandiye.
Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04 Perwîz Cîhanî dê li PCSyê “Mem û Zîn”ê şîrove bike25/04/202415:12 KSC dê 9emîn gotûbêja xwe li dar bixe25/04/202415:03 Stêrkek Xuricî ji nav Dilê Zarokatiyê25/04/202412:33 Amed – Zinarê Xamo dê gotûbêjekê bike25/04/202411:11