ZINDÎ- Roja 11emîn ya erdhejê

16/02/2023

Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

Li Hollandayê ji bo mexdûrên erdhejê bi qasî 89 ewro hat berhevkirin

Li Hollandayê ji bo mexdûrên erdheja lî Tirkiye û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê hat organîzekirin. Di weşana hevpar a qenalên televîzyonê de nêzikî 89 milyon (88 milyon û 921 hezar û 469) ewro hat berhevkirin.

Di seat 248an de keçeke ciwan ji bin xirbeyan hat rizgarkirin

Li Mereşê di seat 248an de keçeke ciwan ji bin xirbeyan hat rizgarkirin.

12:28

AFAD: Hejmar bilind dibe

AFADê ragihand ku hejmara kesên canê xwe ji dest dane derketiye 36 hezar û 187 kesan.

Her wiha hate gotin ku 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûne.

11:48

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken dê roja Yekşemê bê Tirkiyê

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dê roja Yekşemê serdana Tirkiyê bike û li ser xebatên alîkariyê yên piştî erdhejê gotûbêj bike.

10:17

AFADê lîsteya pêdiviyên “Pêşî” eşkere kir

AFADê lîsteya pêşîn a malzemeyên alîkariyê yên ji bo herêmên erdhejê eşkere kir.

Di lîsteyê de tiştên alîkariyê yên wekî çadir, betanî û xwarinên hişk hene.

09:00

Di kampanyaya ‘Yek Dil Tirkiye’ de 115 milyar alîkarî hatin komkirin

Di kampanyaya alîkariyê ya ku bi weşana hevpar a gelek qenalên televîzyonê hat lidarxistin de 115 milyar 146 milyon TL alîkarî hat berhevkirin.

Li Amedê 15 kes hatin girtin

Li Amedê di encama erdhejê de 394 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di çarçoveya lêpirsîna derheqê avahiyên hilweşiyayîn de 39 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 15 jê hatin girtin. 

Ji bo zarokên mexdûrê erdhejê kampanyaya “konê listikê” dest pê kiriye

Li Amedê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê kampanyaya “Konê Lîstikê” hatiye destpêkirin.

Gulan Onkolê diyar kiriye ku ew him ji bo bexşên konan û him jî ji bo bexşên pêlîstokan amade ne.

Yên ku dixwazin bi kon û pêlistokan piştgiriyê bide zarokan dikarin têkiliyê bi vê  hejmarê re deynin: 05056232751


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

“Tesîra erdhêjê ya li ser dêrûniya me kir dibe ku bi mehan derbas nebe”

Weşana paşê

RSF: Piştî erdhêja li Tirkîyeyê azadîya çapamenîye gelek caran hatiye binpêkirin

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû

Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan

Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji