Şaredarîya Keçiorenê konserta hunermend Mem Ararat ji bo ku bi kurdî ye betal kiriye

Şaredarîya Keçiorenê konserta hunermend Mem Ararat ji bo ku bi kurdî ye betal kiriye
Şaredarîya Keçiorenê konserta hunermend Mem Ararat ji bo ku bi kurdî ye betal kiriye
Vahdet Uçar
  • 16 Kasım 2021 06:47


4ê meha 12an, li Keçîorena Enqereyê hunermend Mem Ararat dê konsertek li dar bixista lê Şaredariya Keçîorenê ku di destê AKP’ê de ye konsera Araratî betal kiriye.Bi organîzasyona Zîz Muzîkê divê Mem Ararat 4’ê meha pêşiya me li Navenda Çanda Neşet Ertaş a li Keçîorena Enqereya Tirkiyeyê konsertek bida, lê şaredarîyê pêşî salon da, dûre peyman betal kiriye û destûr nedaye ku konser bê li dar xistin. 

Hunermend Mem Ararat ji ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û sedema betalbûna konserê û destûrnedana konserê ragihand. Ararat di peyamê de wisa got, “Vê êvarê rayedarekî ji Şaredariyê li Zîz Muzîkê geriyaye û gotiye, ‘Me nedizanî di konsertê de dê stranên bi kurdî bêne strîn. Em wekî Şaredariya Keçîorenê em destûrê nadin vê yekê û em bi yek alî peymanê betal dikin.’ Ji ber vê yekê ez bi xemgînî radigihînim ku konserta me ya li Enqereyê hat betalkirin. Bêşik ev sûceke nefretê ye. Ji ber ku li hemberî kurdî ev sûcê nefterê kiriye ez Şaredariya Keçîorenê şermezar dikim.”

Ararat di peyamê de gotiye ku bêşik ew dê stranên xwe bibêjin û dîsa bi kurdî, hem jî bi yek dengî û bi hemû zaravayan… Ararat ji hezkiriyên xwe re gotiye ku kesên ji ser Biletîksê re bilêt girtine bila îade bikin.

Peyama Araratî tev ev e: