Rojnameger Gûldem: Bi navê ‘endamtîya rêxistinê’ dixwazin xebatên me terorîze bikin

Rojnameger Gûldem: Bi navê ‘endamtîya rêxistinê’ dixwazin xebatên me terorîze bikin
Rojnameger Gûldem: Bi navê ‘endamtîya rêxistinê’ dixwazin xebatên me terorîze bikin
Gulistan Korban
  • 26 Nisan 2023 11:57

Ji hilbijartinan ra 18 mane. Lê ji duh vir va li Amedê rojeva sereke ne hilbijartin in.

Operasyonên desteserkirinê yên li bajar hate li dar xistin mijareka sereke ye.

Di operasyonan da ku navenda wê Amed bû, herî kêm 10 rojnameger hatine desteser kirin.

Ajansa Mezopotamyayê, Rojnameya Yenî Yaşamê, Xwebûnê û Jinnewsê ragihandine ku edîtor û nûçegîhanên wan di bin çavan da ne.

Ew ajans û rojname diyar dikin ku nûçegihanên wan bi “Endamtîya rêxistinê’’ têne tawanbar kirin.

Li gor rojnameger Bîlal Gûldemî jî van suçdarîyan bi zanebûn li hevalên wan tên kirin. 

Rojnameger Guldem bisalan e li Ajansa Mezopotamayayê kar dike û ne yekem care ku şahîdîyê li girtina hempîşeyên xwe dike.

Wî diyar kir ku bi navê endamtîya rêxistinê dixwazin xebatên wan terorîze bikin û dibêje;

Bo em rastî nenivîsînin suçdariyên wiha dikin. Em şahidê rojnamegerîya hevalên xwe ne. Di 30 salên dawî da bi dehan caran operasyonên wiha hatin kirin. Hevalên me hatin girtin, hatin kuştin. Çawa wê demê bê encam ma, wê niha jî bê encam bimîne.

Bîlal Gûldem

Ew dibêje, “ger ji emnîyetê ji bo îfadeyê bang li rojnamegeran bihata kirin, dê biçûna û îfadeyên xwe bidane. Lê bi operasyonê dixwazin gef û guran li me bixwin. Sibê dibê ku me jî bigrin. Ev îxtîmal her li Tirkîyeyê heye.”

Li gor Rojnameger Guldemî ji bo bêdengkirina xebatên hilbijartinê van operasyonan hatine kirin.

DFG: Em ê serî netewîn in!

Wêne- Gulistan Korban

Komeleya Rojnamegeran ya Dîcle û Firatê jî girtina rojnamegeran wekî bêdengkirina gelê Kurd dinirxînin.

Çapemenîya Azad ev zêdetirî 30 sal in li ber bombe, komkujî û operasyonên binçavkirinê serî netewand û dê îro jî serî netewîne. Bêguman ev operasyona ku 19 roj berîya hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkîyeyê hat kirin, ‘operasyona hilbijartinê’ ye! 

Mehmet Emîn Aktar: Ev bi serê xwe operasyoneke polîtîk e!

Ji partîyên sîyasî jî li hember girtina rojnamegeran deng hatin.

Namzetê Parlementerîyê Partîya Çêpên Kesk yê bajarê Amedê û Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet  Emîn Aktarî jî ji wan yeke.

Aktarî dibêje, “Ev bi serê xwe operasyoneke polîtîk e û mûdaxaleyî hilbijartinê ye. Îktîdar dizane ku dê hilbijartinan wenda bike ji ber wê dest bi operasyonan kirine. Dibe ku van operasyonan zêde jî bikin.

Mehmet Emîn Aktar

Çi bûbû?

Bi talîmata Serdozgerîya Komarê ya Amedê duh (sêşem) li 21 bajaran li hemberî zimannas, rojnameger, parêzer, hunermend, aktîvîst û siyasetmedarên kurd operasyoneke hatibû lidarxistin.

Di operasyonan da ji 150î zêdetir kes hatibûn desteserkirin.