Hunermendekî şahidê serdema xwe

  • 26/04/2023
Hunermendekî şahidê serdema xwe
Qesîm Etmanekî Fotoğrafı

Hin bûyerên vê serdemê, min neçar dikin ku ez wana bînim ziman. Ez şahidê wan bûyeran im û divê ez wana xêz bikim.

Mustafa Duzgun

Li Tarlabaşiya Taksîmê em mêvanê nîgarkêş Mustafa Duzgunî ne. Ew ji Pulur a Dêrsimê ye. Zêdetirî 50 sal in karê hunerê ra mijûl e, resim û peykeran çêdike.

Mustafa Duzgunî xwe yek ji endamê nesla 68an dihesibîne û ji bo vê binavkirinê kêfxweşîya xwe nîşan dide.

Nigarkêş Duzgunî bi me dide zanîn ku yekem pêşangeha wî ya resiman di sala 1970an da, li Îzmîrê Orman Pavyonê (Kerxaneya Daristanê) pêk hatiye. Her wiha ew dibêje, ji wî rojê heta vê roja wî gelek pêşangehên hunerî pêk aniye.

Xêzkirina resimeke nû

Şaxên dara zeytûnê, kevokên aşitîyê, xweza, sitirî û kulîlk motîfên serekene ku di tabloyên Duzgunî da xwe didin der.

Di ber sohbeta me da wî got, ji bo hin wêneyên ku ew xêz dike, berê xwe dide xwezayê û li wir jî ji bo tabloyên xwe etutê dike, bingeha wan ava dike.

Hêjayê behsê ye ku atolyeya Duzgunî keda bi salan di nav xwe da dihewîne.

“Huner bi mekanê ve girêdayî ye”

Çûka li pişt hêsinan, girtiyên zindanan.

Hunermend bi mekanê ve girêdayî ye, ew li kîjan cihê bijî an jî bimîne wê li ser hunera ku diafirîne -ev xwezaya li wir dibe an jî motîfeke ku li wir temsîl dike, dibe- dê bandor lê bike. Bandor lê nekirina wê ne mimkûn e. Li ber mala min dara hinarê heye, lê dinêrim şaxên wî derketine li ser banê xanî, di nav wê xweşikiyê da ez hinarên nû çêbûyî dibînim…

“Hunermedê serdema xwe me”

Di dema 2015an da Qirkina Garê a li Enqereyê pêk hat ez tesadufî ne li wir bûm, ez li Antalyayê bûm lê hevalên min li wir bûn û hin kes jî li wir mirin. Min di derbarê wê qirkirinê da nêzî 20 xebat pêk anî. Ev jî tê wê wateyê ku hunermend di serdema ku tê da dijî ra dibe hunermend.

“Mirovên vî welatî di ruhîyetekî nerehet da ne”

Duzgunî da zanîn ku, îlhama herdu tabloyan ji pirtûka Mehmed Uzunî a Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê hatiye girtin. Tabloya sereke kuştina Kevok (lehenga sereke a romanê) dike û duyem tablo jî kujerên wê pênase dike.

Ez li Tirkiyê dijîm û li Tirkîyê mirin çêdibin. Mirovên li vî welatê dijîn di haletê ruhîyetekî nerehet da ne; çawa yekî wek Sinan Ateş ku bûye serokê Ocaxên Ulkuyê li kolanan tê kuştin, dîsa li hemberî serokê partîya opozîsyonê li Enqerê organîzasyona lînçkirinê tê kirin (ihtimalek hebû ku li wir bimiriya jî). Mesele tam li virê da ye; wê demê wek hunermendek resim çênekirina min ne mimkin e.

Her wiha nîgarkêş Mustafa Duzgunî di dawîya sohbetê da, me dide zanîn ku dê di navbera 22-28ê Gulana meha bê li Şaredarîya Kuşadasi Galeriya Hunerê ya Ibramakiyê, pêşangeha wî pêk were. Temaya pêşangehê, “bila şer rawestin, xwîna ku tê rijandin bisekine” ye.

Jinenekê ku di dema Daişê da, ji hêla hêzên wê ve hatiye recim kirin, Sûriye.
%d