Qiraliya Yekbûyî: Ji bo mexdûrên erdhêjê donerekê bexş bike

28/02/2023

Li Qiralîya Yekbûyî (Ingilîstan) heta niho zêdetirî 100 milyon sterlînan hatiye komkirin û ji bo piştgirîya mexdûrên erdhêjê yên li Tirkiye û Sûriyeyê hatine şandin.

Ibrahîm Doguş ji bo berfirehkirina kampanyayên piştgirîyê dest bi xebateka din kiriye. Ew dibêje li Qiralîyê her meh 1,3 milyon doner tê firotin. Her donerek jî herî kêm bi 5 sterlînan tê firotin.

Ew dibêje heger her kesekê donerekê dixwe yekê jî bexş bike, zêdetirî 45 milyon Paundan dê bê komkirin.

Li gor nûçeya Canan Çinarê ev alîkarî bi rêya Xaça Sor a Qiralîya Yekbûyî ji bo Tirkiye û Sûriyeyê bê şandin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Îranê 650 keç jehrî kir da neçin dibistanê

Weşana paşê

AFADê logoya xwe danî ser konên ji derve hatî