Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Îranê 650 keç jehrî kir da neçin dibistanê

28/02/2023

Li Îranê herî kêm 650 keç bi jehrê ketine. Berpirsekî pilebilind ê Îranê jî piştrast kir ku ew keç bi taybetî hatine armanckirin.

Li gor nûçeya BCC Turkçeyê , ji wan keçan kesek jiyana xwe ji dest neda.

Lê bi dehan ji wan bi giliyên wekî pirsgirêkên bêhnê, gêjbûn û westandin li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Yunus Penahî di 26ê Sibatê de civîneke çapemeniyê li dar xistibû.

Wezîr di civînê de gotibû, “Xuyaye ku hinek kes dixwazin hemû dibistan bi taybet dibistanên keçan bên girtin.”

Li Îranê ji roja ku Jîna Amînî di payîzê de li qereqola polîsan hate kuştin bandora rêberên olî ji aliyê civakê ve tê pirsîn.

Hin Îranî dipirsin gelo êrîşên li ser keçên ciwan tolhildana xwepêşandanên girseyî yên dijî hikûmetê ne.

Xwepêşandanên Jîna Amînî çawa dest pê kiribû?

Jîna Amînî di 16’ê Îlona 2022’an bi hinçeta ku tayek porê wê xuya dike ji aliyê polîsên ehlaqê ve hatibû desteser kirin.

Jina Kurd li Tehranê di bin çavan de hatibû kuştin. Çalakiyên piştî kuştina wê dest pê kir li seranserê Îrani bi mehan berdewan kiribû.

Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan