Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Pirtûkfiroş, sahaf û xwendekar gazinca bihabûnê dikin

15/12/2022

Enflasyona li Tirkîyê, ku li gor hikûmetê %85 e, tesîr li kirîn-firotana pirtûkan jî kir.

Îstatîstîkên Federasyona Yekîtîya Meslekên Alîkar (YAY-FED) raber dikin ku weşanxaneyan di 2021an de zêdetirî 31 mîlyon pirtûk çap kirine, lê ew hejmar îsal daketiye 28 mîlyonan. Jiber bihabûna kaxizan û mesrefên wek boyaxê fîyatên pirtûkan %100 zêde bûye.

Botan Times ser rewşa kirîn-firotana kitêban, bi pirtûkfiroş, sahaf û xwendevanan re axifî. 

‘’Êdî pirtûkeke bi 40 lîrayî tune’’

Kordînatorê Pirtûkakurdî Bawer Berşev da zanîn ku di 2 salên dawî de 2 mehan carê fîyat zêde bûne.

Berşev dîyar kir ku êdî pirtûkeke bi 40 lîrayî jî tune û got ku îhtîmaleke mezin wê weşanxane piştî sersalê careke din fîyatan zêde bikin.

‘’Mişterî xwe li erzanîyê digirin’’

Xwedîyê Don Kîşot Sahafê Mehmet Bozkurt da zanîn ku piştî bihabûna kitêban eleqeya li ser sahafan zêde bûye.

Bozkurt got ku ew pirtûkeke 80 lîrayî bi 40 lîrayê difiroşin û mişterî jî xwe li vê erzanîyê digirin, tên.

Wî dîyar kir ku eger krîz dewam bike ewê tesîra wê li sahafan jî hebe û ewê nikaribin kitêban bîbinin.

‘’Taqas careke din populer dibe’’

Ji xwedîyên Reynal Sahafê Merve Ateş bal kişand ser rewşa xwendekaran ku jiber bihabûnê nikarin kitêban bistînin.

Ateş got ku wê berê dikaneke sahafîyê vekiriye, lê piştî ku wê dîtiye xwendekar dixwazin li dikanê rûnin û bêpere kitêban bixwînin, çend mase danîne dikanê û ew der kiriye kitab-kafe. 

Li gor gotina Ateş, bi bihabûna kitêban re taqas careke din populer bûye ku xwendekar gava pereyên wan kêm bin, tên kitaban diguherînin. 

Xwendekar berê xwe didin sahaf û fotokopîcîyan

Hinek xwendevanên li Reynal Sahafê bi şertê ku navên wan eşkere nebe ji Botan Timesê re gotin ku ew êdî nikarin kitêban bistînin, loma ew berê xwe didin sahaf û fotokopîcîyan.

Ji xwendevan yekê got ku wê 3 kitêbên orîjînal yên dersxaneyê  bi 700 lîrayî kirîne û yekî jî got ku dema îmkan tunebin ew ji aplîkasyonan kitêban dixwînin. 

Tu dikarî vê nûçeyê bi zimanê ingilîzî jî bixwînî.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan