Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Pêşbirka tekstên Şanoyê ya Eurodramê bi encam bûye

08/04/2022

Komîteya Kurdî ya Eurodramê ji bo tesktên şanoyê pêşbirkek dabû dest pê kirin. Wan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihandibûn ku wan ji bo tekstên şanoyê pêşbirkek dane dest pê kirin û dê di encama pêşbirkê 3 tekst bi ser ketiba. Ew xebat û pêşbirk bi encam bûye û 3 tekstên hilbijartî hatine eşkerekirin.
Di pêşbirka Eurodrama Kurdî de de Yunus Unay bi teksta xwe ya “Leylan” bûye yekemîn, Kemal Orgun bi teksta xwe ya “Du Xençer” bûye duyemîn. Ji bo sêyemînê du tekstan heman puan wergirtiye û her du tekst hatine hilbijartin. Tekstên; “Diran / Bawer Rûken”, “Lîstik / Omer Şahin, Rugeş Kirici, Cihat Ekinci” ne.

Komîteya Kurdî ya Eurodramê malavayî ji bo beşdaran kiriye û yên bi ser ketine pîroz kirine, encamêb pêşbirkê jî dîsa di medyaya civakî û di malpera xwe de parve kirine.

Komcivîna Eurodrama Navneteweyî ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin û herî dawî jî li Madrîda Spanyayê li dar ketibû vê carê dê li Amedê li dar bikeve. Li gor daxuyaniyê ger tengasiyeke çênebe îsal di meha Cotmehê de wê civîna wan li Amedê li dar bikeve. Ev metnên hatine hilbijartin jî dê ji bo vê civînê bêne pêşkêşkirin û danasîna şanogeran bê kirin.

Eurodram çi ye?
Eurodram toreke wergera şanoyê ya Ewrûpayê ye ku bi zimanên Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast kar dike. Hedefa wê ya serekî ew e ku firehrengîya zimanî nemaze berçav bike û berhema bi şêweyekî belave nehatî weşandin bide naskirin hem bi pisporên şanoyê hem jî bi cemawerên firehtir. Lewma jî, di demsala 2018-19an de komîte hatin erkdarkirin da ku metnên bi zimanên xwe bo pêşnîyarê bijibêrin wekî ew bo zimanine dîtir bêne wergerandin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan