Rûşen Alkar dê piştî du salên din li Kadikoy KargARTê 9ê Nîsanê vê şemîyê konserê bide. Di gîtarê de Bora Çeliker, kemanê de Serdar Baba, bas gîtarê de Alper Yilmaz û di perkûsyonê de jî Farhood Khademi dê hebe.
Alkar dê stranên ji albûma xwe ya bi navê “Sebr” û “Hêdî Hêdî” bistrîne. Alkar şêwazên post-funk, caza hevçerx û funkê ligel muzîka gelerî ya Kurdî diceribîne û distrîne.
Konsera Rûşen Alkarê ya vê şemîyê bi organîzasyonê Chalak Eventsê tê çêkirin.