Omer Faruk Baran dê Hilbijartina Tirkîyeyê ji bo Botan Timesê bişopîne

Omer Faruk Baran dê Hilbijartina Tirkîyeyê ji bo Botan Timesê bişopîne
Omer Faruk Baran dê Hilbijartina Tirkîyeyê ji bo Botan Timesê bişopîne
Botan Times
  • 10 Mart 2023 10:20

Omer Faruk Baran, Ofîsa Botan Internationalê Wêne: Murat Bayram

Edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran dê ji bo Botan Timesê hilbijartina Tirkiyeyê bişopîne.

‘’Çito ku bi gotina Cemal Sureya hemî mirin zû ne, bêmehne, her hilbijartinek jî li gor dema xwe krîtîk e. Di vê hilbijartinê de ya krîtîk sekna Kurdan e. Meraqa herkesî ye ku ew ê çi bikin, çawa bikin.’’

Baran dîyar kir ku ew dê bi forma çavnêrînan bo Botan Timesê binivîse. 



‘’Kurdên Tirkîyê di spektruma sîyasî de li hêla çep bi dengên ji bo Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) têne naskirin. Lê ji IYI Partî bigire heta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) heta Partîya Gel ya Komarî (CHP) hema bêje di hemî partîyan de Kurd hene. Bi qasî derfet rê didin ez ê guh bidim ser Kurdên her hêlê.’’

Wî got ku jiber ku ew ji siyasetê hez nake ewê bo wî hinekî çetin be teqîbkirina hilbijartinê lê ewê karê xwe bike.



‘’Osman Sebrî di xatirayên xwe de bo wan kesan ku bi dizî meseleyan teqîb dikin dibêje ‘guhbel’. Ez jî dikim guhbelîyê bikim, geh di otobusan de geh li çayxane û qehwexaneyan, li camîyan, li mekteb û medrese û li meyxaneyan dikim li rewşê binêrim û binivîsim.’’

Nivîsên Omer Faruk Baran yên Botan Timesê dê li ser Botan Podcast û Perxudres Podcast bi deng jî werin weşandin.