“Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin”

  • 10/03/2023
“Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin”
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

10/03/2023

Starta çalakiyên a Newroza 2023an hat dayîn.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) bi sernava “Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyanî dan.

Li Amedê Newroz roja Sêşemê 21ê Adarê li Parka Newrozê dê were pîrozkirin. 

Wêne : Arîf Bulut

Her Der Newroz Her Dem Azadî

Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Erdheja Mereşê li 11 bajaran bandoreke mezin li ser 15 milyon kesî kir. Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e.

Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têkoşîn dikin piştrast bû. Ew heqîqet jî ev e: desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Ev model bi erdhejê re careke din aşkera bû. Li hemberê pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye.    

Bi erdhejê re me dît ku ev pergala giran, ev burokrasiya riziyayî, xisarên mirovî zêdetir kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku rêveberiyên herêmî tasfiye kir, bû sedema van encaman. Feraseta otorîter bingeha vê têkçûnê ye. Li aliyê din jî piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê derket holê bandoreke mezin li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir. Derket holê ku tenê bi pergala xweseriya demokratîk em dikarin rizgar bibin û paradîgmaya komara demokratîk ava bikin.  

Ruhê Newrozê ruhê coş û vejînê ye. Em her sal Newrozê bi vî ruhî pîroz dikin, lê em ê di Newroza îsal de bi zêmar û lawjeyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e. Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin û em bang dikin ku ji bo birêz Öcalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne divê rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023’yan mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’yan bikin û bi ser bikevin.

Siyaseta Kurd; yek ji stûnên sereke yên stratejiya hilbijartinên 2023`an e, banga me ew e ku bandora dezgehên siyasî yên rejîmê li Kurdistanê, li ser sindoqan, were şikandin û em careke din li qadên Newrozê yên ku bûne qadên azadiyê biqîrin ku şertê sereke yê Enqereya demokratîk, Amed a demokratîk û azad e. 

Bi pergala rant, talan û gendeliyê, gelên me mehkûmî avahî û xaniyên riziyayî kirin. Di encama vê pergalê de gelên me zirareke mezin dîtin. Lê em vê pergalê qebûl nakin, gelên me qebûl nakin. Berpirsyariya me ya dîrokî û siyasî ew e ku em ê vê pergalê biguherînin û pergaleke birêkûpêk ava bikin. Bi taybetî em ê bi pêşengiya ciwanan û jinan û bi hêz û îradeya gelên xwe vê pergalê biguherînin. Em ê Newroza 2023’yan, bi vî ruhî pîroz bikin û her derê bikin qadên Newrozê.

Ji ber vê yekê bernameya Newroza 2023’yan, li ser van esasan hate amadekirin. Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, bi kerb û kîn, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin. Bobelateke mezin hate serê gelên me, lê em dîsa jî bi hêvî ne. Em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin.

Newroz; mizgîniya biharê, ahenga mirov û xwezayê ye, Newroz vejîn e. Em ê li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî.

Em dibêjin, “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” û hemû gelên xwe dawetî qadên Newrozê dikin. Em di serî de Newroza gelê Kurd û Newroza hemû gelan pîroz dikin. Em hêvî dikin Newroza 2023’yan bibe Newroza aştî, wekhevî û welatekî azad. 

Bijî Newroz!

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)

Partiya Herêmên Demokratik (DBP)

Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP)

Partiya İnsan û Azadî (PÎA)

Partiya Demokraîk a Kurdistan-Tirkiye (KDP-T)

Partiya Azadî 

Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP)

Tevgera Jinên Azad (TJA)

Yêkîtiya Platforma Jinên Kurd 

%d