Mike Josefê Rojavayî bûye Şaredarê Frankurtê

Mike Josefê Rojavayî bûye Şaredarê Frankurtê
Mike Josefê Rojavayî bûye Şaredarê Frankurtê
Botan Times
  • 28 Mart 2023 10:05

Mike Josefê ji Qamişloya Rojava, di hilbijartinê de bi ser ketiye û bûye Şaredarê bajarê Frankfurtê yê Almanyayê.

Mike Josefî li Frankfurtê ji sedî 51,7ê dengan bidest xistiye û bi ser ketiye.

Josefî li ser navê Partiya Sosyal Demokratan a Almanyayê (SPD) ketiye hilbijartinê.

Hilbijartin di dora yekem de bi encam nebûye û di dora duyem de Josefî rikberê xwe Uwe Beckerê ji Yekîtiya Xristiyan Demokratan a Almanyayê (CDU) têk biriye.

Di dora yekem de dengên Josefî ji sedî 24, yê Beckerî jî ji sedî 34,5 bûn.

Josefî di kampanyeya xwe ya hilbijartinê de diyar kiribû ku ew ê kirêyên xaniyan bîne asteke guncav û hin tiştên din ên civakî derxistibû pêş.

Mike Josefî kî ye?

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li malbateke Xrîstiyan ji dayik bûye.

40 salî ye û tevî malbata xwe koçî herêma Baden-Württemberê yê Almanyayê kiriye.

Li Zanîngeeha Goetheyî zanista siyasetê, dîrok û hiqûq xwendiye. Di sala 2010an de ji beşa zanista siyasetê derçûye.

Ji sala 2013an heta 11ê Çiriya Paşiyê ya 2022yan li Frankfûrtê serokê SPDyê bû. Zewicandî ye û du kurên wî hene.