Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Mehmet Akbaş: Di demekê nêz da albûmeka nû tê

19/05/2023
Wêne: Youtube/ss

Stranbêj Mehmet Akbaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê bi Orkestraya Kölner flarmoni ra albûmeka nû derbixin.

Ew dê 20 stranên ku berê konseran hatine gotin berhev bikin û di nav albûmekê da parve bikin.

20 stranên ji hev cûda bi hunermendan ra bi hevkarîya Mehmet Akbaşî di konseran da hatine qeydkirin.
Çêkerê muzîkê ji alîye Erdem Tatlises hatiye kirin.

Mehmet Akbaş kî ye?

Mehmet Akbaş (jdb. 1ê nîsana 1974an, li Pîrana Amedê), stranbêj, strannivîs û stransazê kurd e.

Mehmet Akbaş, ku dîya wî yek ji nûnerên dawî yên kelepûra jinên zêmarxwend e, di sala 1998ê de di bin bana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de digel koma Zazakî ya Vengê Sodirî (Dengê Sibehê) dest bi jîyana profesyonel a muzîkê kir.

Hunermend di sala 2004ê de di çarçoveya Elektronic Zaza Project de, ku pêşengîya wê, wî bixwe dikir, digel yek ji navdartirîn muzîjenê elektronîk ê Tirkîyeyê, Erdem Helvacıoğlu, re xebitî û him li nav Tirkîyeyê û him ji li derveyî welêt di çendîn konseran de derket pêşberî guhdarên xwe. Stranbêj Akbaş di 2004ê de di projeya NÇMê ya bi navê Şahîya Stranan II. de strana Lê lê Wanê xwend û hêjayî gelek pesndanan hat dîtin.

Akbaş, ku ji sala 2005ê û vir ve li bajarê Köln a Almanyayê dijî, li vê derê jî xebatên xwe yên muzîkê domandin.

Wîkîpedîakurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan