Di newroza Bismilê de du zarokên 5 salî, ji bo cil û bergên kurdî, tevlî dêya xwe hatine desteserkirin

Di newroza Bismilê de du zarokên 5 salî, ji bo cil û bergên kurdî, tevlî dêya xwe hatine desteserkirin
Di newroza Bismilê de du zarokên 5 salî, ji bo cil û bergên kurdî, tevlî dêya xwe hatine desteserkirin
Botan Times
  • 25 Mart 2022 14:19

Baroya Amedê û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di derbarê binpêkirina mafên zarokan ên di Newroza 2022yan de daxuyanîyek belav kirine. Di wê daxuyanîyê de dane zanîn ku li gel gelek binpêkirina mafên zarokan de yek ji wan jî desteserkirina du cêwîyên 5 salî ye.

Hatiye zanîn ku A.B û E.B yên 5 salî bi dêya xwe Zeynep B.yê re xwestine bi cil û bergên kurdî derbasî qada newroza Bismilê bibin lê ew hatine astengkirin. Di ser de jî ew birine midûrîyeta polîsan û li wir şopa tilîya wan qeyd kirine.

Baroyê daye zanîn ku ev tevger ne hiqûqî ye û binpêkirina mafan e. Herweha wan di derbarê vê yekê de pêvajoya hiqûqî dane dest pê kirin û aşkere kirine ku dê ew vê pêvajoyê bişopînin.

Daxuyanîya Baroyê bi giştî wiha ye:

“Di pîrozbahiya Newrozê ya ku di 19ê Adara 2022an de li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê hat lidarxistin de, gelek kesên ku cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn, hatin astengkirin û bêyî ku gumana sûc hebe bi ser wan de hat girtin û ew kes hatin desteserkirin.

Cêwîyên 5 salî yên bi navê A.B. û E.B. jî tevî dêya xwe Zeynep B. xwestin biçin qadê û Newrozê pîroz bikin. Derket holê ku polîsan bi hênceta cilên wan ê gelêrî (Ku tenê rengê kesk û sor û zer tê de hebûne) nehiştine cêwî û dayîka wan bikevin qadê û ew birine midûrîyeta polîsan. Li Midûrîyetê şopa tilîya wan hatiye qeydkirin qeyda wan hatiye kirin.

Hêzên ewlehîyê, bi taybetî di derbarê cil û bergên gelêrî de li nuqteyên kontrolê, li hemberî welatiyên ji bo pîrozbahiya Newrozê hatine qadê nêzîkatiyên pêşîlêgirtinê kirine. Tevî ku di xala 19an a Rêziknameya girtin, desteserkirin û îfadê de bi zelalî tê gotin ku zarokên di bin 12 saliyê de ji ber sûc nayên girtin û ji bo tespîtkirina sûcan nayên bikaranîn, lê hatiye dîtin ku bi girtin û desteserkirina zarokên 5 salî ev mafê azadî û ewlehiya şexsî hatiye binpêkirin. Her wiha pêvajoya girtin û binçavkirinê ku bêyî sûc û guman tê kirin, qedexekirina îşkence, muameleya nemirovî û xerab a ji ber rakirina cilên kevneşopî yên zarokan, mafê kombûna aştiyane û mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin. .

Di çarçoveya mafê kombûna aştiyane de, di encama nêzîkatiyên astengdar ên hêzên hiqûqê, destwerdana neqanûnî û bê pîvan li welatiyên ku ji bo pîrozkirina pîrozbahiyê hatin herêmê, maf û azadiyên bingehîn ên welatiyan hatine binpêkirin. Cejna Newrozê, bêyî sûc û şik û gumanan qeydkirina şopa tilîyan û bi darê zorê rakirina cil û bergên gelêrî li zarokan hat kirin.

Di 19ê Adara 2022an de 2 zarok bi hinceta lixwekirina cil û bergên gelêrî yên bi motîfên gelêrî û rengên kesk û sor û zer hatine darizandin.

Baroya Amedê û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ji bo lêpirsîna pêwîst bê kirin û li gorî 94 sûcên îşkenceyê û xalên 109 (Mehrûmkirina ji azadî û mafan) û 257an ên TCKyê, di der barê midûrên hiqûqê û dozgerê lêpirsînê de gilî kirine û pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin.

Em weke Baroya Amedê û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ji raya giştî re radigihînin ku em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin û şopdarên pêvajoya darizandinê bin.

Baroya Amedê

Baroya Amedê Navenda Mafên Zarokan”