Li Paytextê Koreya Bakurê 5 rojan derketina derve qedexe ye!

25/01/2023

Li paytextê Koreya Bakurê, Pyongyangê ji ber belavbûna nexweşiyekê ji bo 5 rojan derketina derve hatiye qedexekirin.

Ajansa nûçeyan a bi navê NK News di nûçeya xwe de daye zanîn ku hêj nehatiye tespîtkirin ka nexweşî çi ye.

Kesên dikevin nexweşiyê nikarin nefesê baş bistînin.

Di daxuyaniya qedexekirinê de hatiye diyarkirin ku “ew nexweşî” belav dibe dişibe sermayê lê behsa Covid19ê nehatiye kirin.

Di hişyarîya dewletê de hatiye gotin divê hemî welatî heta roja Şemiyê li mala xwe bimînin û li malê jî her seet gelek caran li têhna laşê xwe binêrin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hikûmetê taxa kurdan dorpêç kiriye – ji serman kelûpelên xwe dişewitînin

Weşana paşê

Papa: Hevzayendbûn ne sûc e lê guneh e