Li Duzceyê erd hejîya

Li Duzceyê erd hejîya
Li Duzceyê erd hejîya
Vahdet Uçar
  • 17 Kasım 2021 13:17

Li gor daneyên Rasatxaneya Kandîllîyê di saet 15:40an de erdhejeka bi mezinahîya 5.3 pîleyan çêbû. Erheja ku li Cimilliya Duzceyê çêbû li Stenbolê û li gelek bajarên din jî hate hizrkirin. Li gor ragihandinên Kandîllîyê deprem 17-18km di binê erdê de pêk hatiye.

Hîn agahîya tu xisaran nehatiye ragihandin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di derbarê erdhejê da daxuyanî da û wiha got:

“Piştî erdheja ku di saet 15.40î da li Duzceyê bi lerza 5.0an pêk hat, tu agahîyên neyînî negihîştin Walîtiya me, AFADê û ekîbên rewşên lezgîn (112). Li gor geşedanan dê raya giştî ji aliyê Walîtiya me ve bê agahdarkirin.”

Waliyê Düzceyê Cevdet Atay jî ragihandiye ku li gorî agahiyên ewil di derbarê erdhejê de tu ziyanên canî çênebûne, cihê wêranî tune ye û ekîb li qadan in.