Rojnivîska Festîvala Duhokê II: Havîbûn, Zalava û Brother’s Keeper

Rojnivîska Festîvala Duhokê II: Havîbûn, Zalava û Brother’s Keeper
Rojnivîska Festîvala Duhokê II: Havîbûn, Zalava û Brother’s Keeper
Ekrem Yildiz
  • 17 Kasım 2021 10:30

Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê, bi coş û peroşa xwe ya bala û bi bernameya xwe ya rengîn kete roja duyemîn. Di roja duyemîn ya festîvalê da gelek fîlmên biyanî û çendîn fîlmên kurdî hatine nîşandan û herwiha panêlek li ser sînemaya afganî jî hate li darxistin.  

Bernameya festîvalê ya roja duyem (16.11.2021)

Di roja duyemîn ya festîvalê da ji beşa panoramaya kurdî û cîhanî, nîşandana taybet û beşa pêşbirkên fîlmên kurdî û cîhanî bi temamî 20 fîlm hatine nîşandan. Herwiha bi moderatoriya akademîsyen û derhênerê kurd Xosro Sîna û bi beşdariya derhênerê afgan Sidiq Bermek derbarê sînemaya afganî da panêleka bi navê “Sînemaya Afganî: Di Navbera Malê û Mihaciriyê da” hate li darxistin. Nisbet bi fîlmên biyanî, eleqeyaka berçav ya bîneran bo fîlmên kurdî hebû, bi taybet bo dirêjefîlmên kurdî yên di beşa pêşbirkê da. Di vê nivîsê da em dê li ser belgefîlma Havîbûn/Seperation (Hekar Abdulqadir, 2016), dirêjefîlmên Zalava (Erselan Emîrî, 2021) û Brother’s Keeper/Okul Traşı (Ferit Karahan, 2021) hûr bibin.

Nîşandana Taybet: Havîbûn

Di çarçoveya bernameya fetsîvalê ya îro da, ji derveyî panorama û pêşbirkê, nîşandaneka taybet bo derhênerê kurd Hekar Ebdulqadir hebû. Hekar Ebdulqadir, derhêner û xebatkarekî kurd bû ku pêş kurtedemekê ji ber rawestana qelbî koça dawiyê kir. Îro, bi merema rêzgirtina keda wî û ya sînemakariya wî belgefîlma wî Havîbûn bi nîşandaneka taybet hate nîşandan. Belgefîlm, behsa lêgerîna dayîkeka kurd ya êzidî dike ku di êrişa DAIŞê da kurê wê bê serûşûn winda bûye. Piştî nîşandanê berhemhênerê fîlmê Şemal Sebrî û derhênerê dîmeman Kawa Hadî behsa boçûn û hizra Hekar Ebdulqadirî ya derbarê sînemayê da kirin. Her ji ber egera wefata derhênerî ev danasîn jî wekî yadkirin û rêzgirtinekê ye bo keda wî.

Traîlera belgefîlma Havîbûnê, Hekar Elbdulqadir, 2016.

Zalava: Self-mîtîfîkasyon

Fîlma Zalava, yekem dirêjefîlma kurdî bû ku îro di beşa pêşbirka fîlmên kurdî da hate nîşandan. Herçend serê ewil bîneran eleqeya gelekî mezin nîşanî fîlma dabe jî, berev dûmahîka fîlmê û piştî hevpîvana derhênerî, hêviyên zorîneya bîneran şikestin.

Fîlm, bi derhêneriya Erselan Emîrî, bi nivîseriya Îda Penahende, Erselan Emîrî û Tahmîneh Behramê û bi berhemhêneriya Semîra Baradarî û Rohullah Baradarî wekî fîlmeka tirsê hatiye berhemînan. Fîlma Zalavayê heta îro di gelek beşên cûda da ji festîvalên navdewletî xelat wergirtine û beşdarî gelek festîvalan bûye.

Çîroka fîlmê, behsa bûyereka mîtîk û xurafeyî ya sala 1978an li gundê Zalavayê dike, ku ev gotegota cinan jiyana gundnişînên Zalavayê domîne dike. Efserê fars Mesûd (Navid Porferec) -ku dê paşê aşiqê keçeka kurd be- ji vê gotegotê hayedar dibe û diçe gundê Zalavayê û dikeve nava vê çerxa rizgarkirina gundî ji cin û dêwan.

Dîmenek ji fîlma Zalavayê, Erselan Emîrî, 2021.

Reng e ji ber sansûra li ser sînemayê ya li Îranê, pişkeka fîlmsazên kurd yên rojhilatî mîtolojî, efsane û xurafeyên hewzeya kurdî-îranî wekî çavkaniyeka sînemayî di fîlmên xwe da kar dikin. Li gel nimûneya Zalavayê, nimûneyaka din ya tirs û xurafeyên komelgeyê wekî tema di kurtefîlma Qerentîneyê (Muhammed Riza Erdelan) da jî hebû.

Di hilbijartina tema û babetên sînemayê da bêguman fakterên wekî asta roşinbîriya derhênerî, polîtîkayên festîvalan, boçûn û sekna polîtîk û etîk ya derhênerî û pêdiviya endûstriya sînemayê hwd. diyarker in. Lewma reng e fîlmeka wekî Zalavayê herçend li çendîn festîvalan hatibe xelatkirin jî, li festîvaleka kurdî ji aliyê bînerên kurd ve rexne lê bêne girtin, li festîvala Duhokê rexneyên tematîk lê hatine girtin.

Trailera Zalava

Di gel ku tekane fîlma Erselan Emîrî ye, ew derfeta miqayesekirina fîlmên wî nîn e. Lê belê, wextê bi dîd û nezera bînerekê ku haya wê kêm zêde ji sînemaya îranê -bi taybet ya Ebbas Kiyarûstemî û rêzefîlmên îranî- heyî, dê bi rehetî bibîne ku hinek sehneyên fîlmê yên rêkê li ber tesîra fîlma “Ba dê me li gel xwe bibe”yê hatine avakirin. Herçend derhêner janra fîlma xwe wekî fîlma tirsa diyar bike jî, tevî ku fîlm li ser perdeyeka mezin û li holeka tarî hate temaşekirin jî, ew asta fîlmê ya tirsê gelekî nizm bû. Tevî fîlmeka hunerî bû, car caran fîlm bi ser rengê rêzefîlmên îranê ve diçû. Belkî ji ya hemiyan girîngtir ku hêjayî behskirinê ye bi dîd û nezereka derhênerekî kurd nîşandana kurdan di nav peywendeka ‘wehşetnak, xurafeyî û egzotîk’ da ye. Yanî mîtîfîkasyona kurdan bi destê derhênerekî kurd. Lê belê, pevgirêdan û derbasbûna sehneyan, bikaranîna rengên guncav wekî temsîla meseleyeka dîrokî û sînematografiya fîlmê hêjayî meth û pesindanê bûn.

Brother’s Keeper: Şêlîkirina Travmayeka Dîrokî û Mektebên Leylî

Brother’s Keeper, duyemîn “fîlma kurdî” bû ku di roja duyemîn ya festîvalê da hatî nîşandan. Nisbet bi fîlmên kurdî yên din, herhal ji ber tirkîbûna zimanê fîlmê bû, eleqeyeka mezin nedît. Di beşa pirs û bersivan ya li gel derhênerî da jî eleqeyeka mezin nehate nîşandan. Brother’s Keeper, li 71emîn Fîlmefestîvala Berlinaleyê xelata Fibresciyê bi dest ve anîbû û heta îro beşdarî gelek festîvalan bûye û gelek xelat birine. Fîlm, li bajarokê Miksê, li Wanê li mektebeka leylîyê (Yatılı İlköğretim Bölge Okulları – YİBO) hatiye berhemînan.

Postera fîlmê Brother’s Keeper / Okul Traşıyê (Ferît Karahan, 2021)

Brother’s Keeper, bi ser çîroka Yusiv (Samet Yildiz) û hevalên wî ra behsa travmaya zarokên kurd li li jêr şideta saziyên wekî mektebên leyliyê dike. Yusiv, xwendekarekî mekteba leyliyê ye ku hevalê wî Memo (Ekin Koç) ji ber sersûştina xwe ya qedexe nexweş dikeve û heta dûmahîkê çîroka fîlmê bi ser vê nexweşiyê ra tê vegêran. Senaryoya fîlmê ji aliyê Ferît Karahan û Gülistan Acetê ve hatiye nivîsîn û bi berhemhêneriya Kanat Doğramaci hatiye sazkirin. Di gel ku fîlm di beşa pêşbirka fîlmên kurdî da hat nîşandan, ji xeynî du diyalogên kurdî, zimanê fîlmê bi temamî tirkî ye.

Traîlera fîlma Brother’s Keeper

Ferît Karahan, bi herdu kurtefîlmên xwe yên pêşiyê (Xewna Yûsif û Beriya Tofanê) û dirêjefîlma xwe Cenetten Kovulmak (2013) li ser babetên polîtîk ên meseleya kurdîniyê zal bûye. Wisa diyar e, naverok û zimanê fîlmên Karahan li gorî atmosfera polîtîk ya li Tirkiyeyê diguhere. Di vê fîlmê jî da Karahan li ser meseleyeka gelek hesas tarvmatîk ya mektebên leyliyê hûr bûye û xwestiye behsa travmaya xwendekarên kurd yên mektebên leyliyê bike.

Di atmosfereka sext ya polîtîk da li Tirkiyeyê, berhemînana ‘fîlmeka kurdî ya rexnegir’ li ser sîstema perwerdeya Tirkiyeyê, bêyî peywendî û têkiliyên desthilatîyê -ku navên wan li jenerîkê ne- gelekî zehmet e. Ev têkiliyên li gel desthilatê bivênevê li ser mesaj û naveroka fîlmê tesîrdaner e ku divê hem bi çavê bîneran hem jî bi çavekî rexneyî li fîlmê bê nêrîn ka fîlm çawa behsa travmayên zarokên kurd dike yan jî vê rastiya dîrokî bi rêya dereweka rojane ya karakterê sereke vedişêre.

Derhênerî, wekî tercîheka hunerî û estetîk, çarçoveya 4:3ê (teng) bi kar aniye û vê tercîha xwe jî wekî dîtina teng ya sîstema dewletê li hember kurdan dibîne. Lê belê mijara mektebên leyliyê û travmaya hesas ya xwendekarên kurd, ku hevpêç e li gel meseleya kurdî ya polîtîk, ji konteksta wê ya heqîqî qut kiriye û wekî babeteka sethî û ji rêzê vegêraye. Fîlm bi çi rengî behsa paşxaneya mektebên leyliyê û armanc û fonksiyonên wê nake ku ev wekî nakokiyekê derdikeve meydanê. Ji aliyê din ve fîlma Brother’s Keeper, gelek caran dişibe fîlmên tirkî yên salên 1970-80yî ku lehengên wan fîlman erdnîgariya kurdan vekeşif dikirin û wekî erdnîgariyeka ‘wehşetnak’ destnîşan dikirin.

Ferît Karahan wekî Yilmaz Güney (bi fîlma Yolê), mesele û kêşeya Kurdistanê aniye nav fîlma xwe ya nû. Bes, li şûna ku sîstema kolonyal ya li Kurdistanê wekî eger û sebebên van travma û tengijînên xwendekarên kurd destnîşan bike, asêbûna cografyaya kurdan û xitimîna bûrokrasiyê wekî eger û sebebên rasteqîn yê fîlmê destnîşan dike. Ji aliyê din ve, derhênerî xwestiye wekî peyamekê bigehîne bîneran ku axiftina kurdî di nav sînorên saziyên dewletê da qedexe ye -ku Yusiv ji bo ku li gel dayîka xwe bi telefonê biaxive ji sînorên mektebê bi zehmetî derbas dibe û li derveyî sînorên mektebê bi tirs diaxive- bes di hinek sehneyên fîlmê yên di nav sînorên mektebê da dengên kurdî yên zarokan wekî dengê ambîansê bêhemdî tê bihîstin ku wisa diyar e haya derhêner û edîtorên fîlmê jê nîne. Girîngiya Brother’s Keeperê ew e ku cara ewil e travmaya xwendekarên kurd yên li mektebên leyliyê bi rêya fîlmekê tê nîşandan.