Koçberekî Îranî xwe li Fransayê kuşt

28/12/2022

Medyaya Fransî radigihîne ku koçberekî Îranî bo balê bikşîne ser rewşa welatê xwe li Lyon yê Fransayê kuştiye.

Koçberê Îranî Mihemed Muradî yê 38 salî xwe avêtiye Çemê Rhone û jîyana xwe ji dest daye.

Wî, berî ku xwe bikuje bi Farisî û Fransî vîdeoyeke du deqîqeyî kişandiye û ew li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê weşandiye.

Di vîdeoyê de, Muradî dîyar dike ku ewê bo şermezarkina şideta li Îranê xwe bikuje.

Sazîyên mafên mirovan dibêjin li Îranê di protestoyan de pirtir ji 500 kes hatine kuştin û ji wan 69 zarok in.

Protestoyên li Îranê piştî Jîna Amînî di derdestîyê de hat kuştin destpê kirin.

Foto: Vîdeoya Mihemed Muradî – SS


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Three books cost is more than one student scholarship

Weşana paşê

Kiliçdaroglu: Nalet li we û dûzena we were

Te hay ji vê heye?