Semyanî Perîzade: ”Klîba min cûretkar e!”

Semyanî Perîzade: ”Klîba min cûretkar e!”
Semyanî Perîzade: ”Klîba min cûretkar e!”
Vahdet Uçar
  • 21 Aralık 2021 09:04

Klîba strana ALOyê ya Semyanî Perîzadeyê hat weşandin. Ew îdia dike ku temaşevanên kilîbên kurdî klîbeka ev qasê curetkar nedîtine. Klîb îro hate weşandin me jî pirsên li ser klîbê û li ser karê wê jê kirin.

Klîbeka “wiha” bi Kurdî…

“Ji ber ku heta niha kilîbeka wiha bi Kurdî nedîtibûn, lewma. Ji ber cûretkarbûna min û klîba min. Lê hîn hemû stran jî guhdar nekirine. Dema ku guhdar bikin dê hîn kes ji ber tirsa rêxnekirina hîn kesan (û ew jî dîsa ew kesin. Wek pisîkên ku li du qemçika xwe bazdidin.) xwedî li stranê dernekevin. Her çiqas li hemberî civatê xwedî li strana min dernekevin jî dê li pişt perdeyan jî strana min ji devê wan nekeve. Ji ber ku gotin, muzîk, dîmen û sîmgeyên ku hatine bikaranîn dê yeko yeko bikeve binhişê wan û di hişmendîya wan de jî cîyê xwe bibînin. Wê aşkere jê hez nekîn lê bi veşartî dê hemû ji ALOyê hez bikin. De ka hewl bidin ku van rojan bê telefon bijîn, na, ne mimkin e. Lewma hez bikin jî nekin jî dê sitran xwe nîşan bide û dê cîyê jiyanê bibîne ji xwe re.” ev şîroveyên Perîzadeyê yên li ser klîba wê ya nû ne.

Sîngila te ya ewil ingilizi bû û ew du sîngil in tu bi kurdî distrêyî. Piranî em dizanin her kes berê bi zimanê xwe distrê û piştre zimanekî bîyanî tercîh dike, ya te berovajî vê ye. Çima? 

S-Singla ewil a ku min bi hevaleka xwe re çêkiribû ne bi dilê min bû lê êdî carekî min gotibû erê. Min hewl dabû ku ez hevalê xwe yê duetê jî îkna bikim ku ez gotinên Kurdî binivîsim û sitran bi Kurdî be lê sponsorê min nîn bû, sponsor ê partnera min a duetê bû lewma bi ya wê bû. Lê di dilê min de her gav stranên Kurdî hebûn, lewma jî min par  “xewna berevajî” çêkir û bi wî sitranê hatim hemberê we. Bi tena serê xwe.

Li gor te, nasnameya te ya cînsî jî tesîr li ser belavbûna teaserê kiriye? Ew tiştekî erênî yan neyênî ye? 

S- Na tesîr nekiriye li gor min. Heke tesîr bikira divê ji alîyê hezaran, na, ji alîyê milyonan ve bihatima nasîn heta niha. ALO stranek e ku dê ji hêla heft salîyan heftê salîyan bê hezkirin. Min halê xwe yên zarok, ciwan, jin, hevcins, dayîk û heta dapîr da axaftin di vê stranê da. Lewma kê/î çi bêje jî ALO bîbika çavên min e. Û kê/î ji ALO hez bike… Ên ku hez nekin jî mala wa jî ava be. Xem nîne. Ji xwe stran wê bigihije xwedîyên xwe. Ê bigihîje pêşerojê…

Eger em qonaxan sê sîngilan û jîyana te ya ku tu medya civakî belav dikî binêrin, tu dikarî bibêjî ji çaxa ewil heta niha hin tiştên li ser zayendan normalîze bûne? 

s- Na (kenîya). Her ku ez têm naskirin bêhtir êriş li min tên kirin li ser medyaya civakî. Hin kes, bi neyarî û bi dijminî tên dora min dikevin. Lê min, ji qewlê H. Kovan Baqî “Semyanî Perîzade prototîpa xwebûn û serxwebûna Kurdbûnê ye. Di tunebûna welatekî serbixwe de jî. însanên bêwelat dikarin serxwebûna xwe îlan bikin. Semyanî nimûneya vê yekê ye” gotî; min ev xwendin û tespîta wî ji xwe re armanc hilanîye. Barê min dijwar û giran e lê ez jî ji xwe tiştên hêsan û sivik hez nakim. 

Karên nû hene? Tu hazirîya sîngilekî din dikî yan albumekê yan tiştekî din? 


S- Gelek stranên min hene û berîkên min tijî ne, dilê min jî bi coş e. Van rojan em bi menajerê Tarkan re civîyan û dostekî min ê Başurî re axivîn em. Lê dilê min bi wî dostê min ê Başurî re ye, ji bo ku ez sedî sed karê Kurdî çêkim. Lê em ê mêze bikin bê dê pêşerojê de wê çi biqewme.

Semyanî Perîzadeyê di daxuyanîya ji bo çapemenîyê ji me re şandî de jî ev tişt gotine di derbarê stran û klîba nû de:

“Îsal min strana xwe ya bi navê “ALO” ku mijara wê ya sereke ragihandin e, çêkir. Bi derfetên xwe min karî di dawiya salekê de vîdyoklîbekê bikşînim. Ez ê di 21ê Kanûnê de bi we re parve bikim. Strana min a “ALO” stranek e ku ez bi şêwaza funk diceribînim. Ji bo ku têkiliya navbera nifşan, di strana xwe de xurt bikim, min biwêj û gotinên pêşiyan û hevokên xwe yên kurdî jî bi kar anîn. Min yek-du hevok jî revîze kir û îşaret bi jineke bîseksuel kir.

Lewra jî min plan kir ku hevokên xurt û wêrek ên ku tabûyên civakî, tabûyên bav û kalên me yên jinên bihêz ên ku ji hêla nifşê nû ve hatine jibîrkirin, bînim bîrê ji nû ve û bikim û girêdaneka di navbera navbera nifşan de. Straneka pir femînîst, pir enerjîk û coş e. Her wiha straneka îronîk e ku rewşa jina kurd a îroyîn nîşan dide. Bi dîtina straneka wisa ye ku em dê bi hev re jê hez bikin û bi hev re şîfaya hestiyarî biceribînin.

Heger min di navbera hêsanî û dijwariyê de bijartinek bikira min dê ji barmen re bigota ku ez ji kokteylan hez dikim. Ne hece bû ez xwe biwestînim, em xwe biwestînin. Dema ku ne diyar e ka em ê dîsa werin dinyayê an na, ne hewce ye ku kodên civakî yên weha giran li ser me hebin. Divê em bikaribin dev ji tiştên ku fonksiyona xwe winda kirine berdin. Dev jê berdan ne weke ku em hatine hînkirin e, ne xayîntî ye. Devjêberdan sivik dike, barê mirov.

Min zarokatîyeka bi dezavantaj derbas kir. Dem û dewran li dijî min gelek xebitîn. Niha ez nikarim wê demê ji nû ve bi dest bixim, lê di dema mayî de ez dixwazim jiyana xwe bi berhemên ku jê hez dikim bijîm û bi zimanê xwe yê zikmakî berhemdar bim.

Ez hîs dikim ku ez hewl didim wê qutbûna ku koçberîya bi zorê, îslama radîkal û nîjadperestîya sazûmanî di jiyan û malbata min de pêk anîne bi zimanê xwe telafî bikim, bi hilberîna bi zimanê xwe van yekan sivik dikim ji xwe re.

Ez wisa difikirim û hêvî dikim ku bi vî awayî em jin û mêrên kurd ên di heman qonax û ezmûnan de derbas bûne dê bikaribin birînên xwe derman bikin û bi afirandinê em dê çîrokên xwe bi rihê serdema nû vebêjin. Ez di wê bawerîyê de me ku bi hunerê em dikarin birîn û travmayên xwe bipêçin, rihet bikin. Ev yek ji min re pirr watedar e.


Pêdiviya ciwanên kurd bi berhemên ku ruhê serdemê bi dest dixin heye. Berhemên ku dê bîne bîra wan ku ew hemwelatîyên cîhanê ne, berhemên ku îlhamê bidin wan, wan teşwîq bikin, ku bînin bîra wan cudahî ne xirab in heye. Ez vê yekê jî weka wezîfeyekê dibînim. Ji bo vê jî divê klîba strana me ya “ALO” heta ku dibe dişibihe celebê xwe.

Bi hezkiriya xwe Zeynep re me sîteyên xwe hildan û hunera karsaziyê dîzayn kir. Rêvebera Hunerî ya klîbê Zeynep bû. Hûn dizanin, qalibek heye ku dibêje “li pişt her mêrekî serkeftî jinek heye”, hem li pêş û hem jî li pişt vê serkeftinê jinek hebû. Me ew jî derbas kir.

Semyanî Perîzade kî ye?

Di sala 1981ê de hatiye dinê. Ew zaroka herî biçûk a malbateke kurd e. Biçûka 11 zarokan. Semyanî Perîzade ku bi gotina xwe dibêje “Ez li Bakur hatime dinê” di salên 1992-93an de ji ber koçkirina bi darê zorê ya ji herêma ku malbata wê lê dijîn, bi malbata xwe re li Mêrsînê bi cih bû.

Perîzade ku ji ber şert û mercên serdemê û îmtîhana malbatê ya bi koçberiyê re nekarî xwendina xwe bidomîne, lîse ji dûrî ve xwendiye û xilas kiriye.
Demekê li Mersînê, di Koma Şanoya Hunerê a Hello de lîstikvanî kir. Li cem yek ji damezrîner û şefê Mersîn, Opera û Baletê Yaşar Eskîn perwerdeya lîstikvaniyê wergirtiye. Di sala 2009an de bi xeyala ku xwe bigihîne asta herî pêş çûye Stenbolê û li Weqfa Operaya Semîha Berksoy, ji Zelîha Berksoy perwerdehiya lîstikvaniyê wergirt û li cem Carmen Yeşiltepe jî perwerdeya stranbêjiyê wergirt.

Piştî ku perwerdeya lîstikvaniyê bi serkeftî qedand, û piştî navberekê, bi Carmen Yeşîltepe re perwerdeya stranbêjiyê didomîne niha.
Herweha ew mamosteya yogayê ye. Wê perwerdeya Rêbertiya Drama Afirîner jî standiye.

Beşa Civaknasî û Sînema TVyê qezenc kir û piştî demekê ji ber şert û mercan dev ji xwendina xwe berda.
Wê cî di gelek projeyên televîzyonê de jî girtiye. Afirînera projeyê, edîtor, pêşkêşvan, koordînator hin ji van karan in.


Di kurtefîlma “Peşk” a ku derhêneriya wê Volkan Uludağ kiriye de rola sereke lîstiye û Perizade jî derhêneriya Dramaturg û Hunerê bû. Di sala 2020an de bi fîlmê “Peşk” ji ber nexweşiya pandemiyê beşdarî Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya online bû. Niha bi zimanê xwe yê zikmakî stranên avantgard çêdike Semyanî.

De strana ALO di van platforman de di weşanê de ye:

Spotify, Apple Music, iTunes, Instagram/Facebook, TikTok/Resso, YouTube Music, Amazon, Soundtrack by Twitch, Pandora, Deezer, Tidal, iHeartRadio, ClaroMusica, Saavn, Boomplay, Anghami, KKBox, NetEase, Tencent, Qobuz, Triller (beta), Yandex Music (beta), MediaNet, Snapchat, Shazam