Karkerên firinan ên Diyarbekirê ji ber ku bêsîgorte dixebitîn û heqdestê wan kêm bû dest ji karê xwe berdabûn.
Li gor nûçeya rojnameya Guneydogu Ekspresê heqdestê karkerên firinan ji sedî 80-90 zêde bûye.
Xebatkarekê firinan Nîhat Guneşî ji Botan Timesê re gotibû:
Li gel ku em di bin mercên giran de dixebitin jî heqê keda me nayê dayîn. Em her roj bi saetan dixebitin da ku pêdiviya bingehîn a gel pêşwazî bikin. Hem ji hêla beden ve hûm jî ji hêla ruhî ve em bedelên giran didin.