Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Jîyana Yilmaz Guney dibe fîlm

10/04/2023

Jiyana hunermendê navdar yê sînemayê Yilmaz Guney tê ser perdeya sipî.

Organîzator û xwediyê şirketa Midwoodê Ahmet Sanî dîyar kir ku wan ji pirtûka Fatoş Guneyê a bi navê “Caman bişkînin bila çûk jê xilas bibin”senaryoya fîlmê amade kirine.

Li gor agahîyan amadekariyên fîlmê ev nêzîkî salek e berdewam dike.

Hat dîyarkirin kişandina fîlmê dê di meha îlonê de dest pê bike û derhenerîya wî jî dê ji aliyê derhenêrekî bîyanî ve bê kirin.

Fîlm ji bilî Tirkiyeyê li Parîsê, Cannesê û Bukreştê dê bê kişandin.

Ahmet Sanî diyar kir ku armanca sereke ya fîlm ew e ku Yilmaz Guney û sînemaya wî bi nifşên nû bidin nasîn.

Tê plankirin promiyera fîlmê berîya Tirkiyeyê, li Cannesê bê lidarxistin.

Tê payîn fîlmê di payîza sala 2024an da bê ser perdeyê.


Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan