Cîhê gora Şêx Seîd 98 sal in nayê zanîn: Doz di 25ê Nîsanê da ye

Ji bo eşkerekirina cîhê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî li dijî Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê hatibû doz hatibû vekirin. Doza ji alîyê Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê hatibû vekirin dê di 25ê Nîsanê da bê dîtin. Agahîyên di derbarê dozê da ji aliyê Komeleya Şêx Seîdê ve li ser medyaya civakî hatin […]

Cîhê gora Şêx Seîd 98 sal in nayê zanîn: Doz di 25ê Nîsanê da ye
Cîhê gora Şêx Seîd 98 sal in nayê zanîn: Doz di 25ê Nîsanê da ye
Botan Times
  • 10 Nisan 2023 08:22

Ji bo eşkerekirina cîhê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî li dijî Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê hatibû doz hatibû vekirin.

Doza ji alîyê Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê hatibû vekirin dê di 25ê Nîsanê da bê dîtin.

Agahîyên di derbarê dozê da ji aliyê Komeleya Şêx Seîdê ve li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren jî di derheqê dozê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Wî got: “Kurdên ku 98 sal in li pêy cihê gorê ne, ji bo vê yekê neçar hatine hiştin ku tekoşîneke hiqûqî bikin…”

Çi bûbû?

Şêx Saîd û 46 hevalên wî di sala 1925an da li Amedê li Qada Derîyê Çiyê hatibûn darvekirin.

Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî, di 15ê Sibata 2022an da serî li Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê dabûn.

Lê wezaretê bersiva serlêdanê wan nedabû. Piştî vê 15ê Nîsana 2022yan da serî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê dabûn. 

Dadgehê serlêdan qebûl kir û ji Wezareta Navxwe daxwaz kir ku “kopyayên erêkirî yên hemû belge û zanyarîyên derbarê cihê gora Şêx Seîd” da ji bo dadgehê bên şandin.