Ji Kovara Hawarê ber bi hawara Gultan Kişanakê ve..

Ji Kovara Hawarê ber bi hawara Gultan Kişanakê ve..
Ji Kovara Hawarê ber bi hawara Gultan Kişanakê ve..
Botan Times
  • 30 Aralık 2022 16:44

Parêzera sîyasetvan Gultan Kişanakê, Gul Atayê di malpera artigerçekê de bi nivîsekê bal kişand ser ‘’hawar’’ê.

Gul Atayê di nivîsê de, ku nav ‘’Hawar’’ e, dîyar kir ku Gultan Kişanekê li mehkemeyê bi vê peyvê bersîva sûcdarkirinan daye.

Li gor nivîsa Gul Atayê, Gultan Kişanak jiber Kurdbûn û Elewîbûna xwe li mehkemeyan wek keseke bi rîsk tê dîtin û ew hatiye asta ‘’hawar’’ê.

Ew di nivîsê de bang li milet dike ku li dora peyva ‘’hawar’’ê kom bibin û bi wê peyva Gultan Kişanakê gotiye destekê bidin têkoşîna sîyasî.

‘’Hawar’’ di civata Kurdîya Kurmancî de wek navê kovarekê tê zanîn.

Kovar ji sala 1932an heta 1943yan li Sûrîyê bi edîtorîya Celadet Alî Bedirxan derketiye.

Di rêza pêşîn ya kovarê de, ‘’Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re rîya fêlat û xweşiyê ye.’’ hatiye nivîsîn.

Xwedîyê ”hawara nû” Gultan Kişanak di partîyên pro-Kurd de parlamanterî kiriye û ew di sala 2014an de bi 55 ji sedê dengan, bi qasî 400,000 rey – bo şaredarîya Diyarbekir hatiye hilbijartin.

Gultan Kişanak ji 2016an vir ve girtî ye.

Foto:Wikipedia