Qedexeyên li ser ziman û hunera Kurdî îsal jî di rojeva Tirkîyê de bûn. Hunermendên Kurd dibêjin sala 2022an jibo wan bi zehmetiyan derbas bûye.

Hin ji wan sehne nedîtine derkevinê û bo hin ji wan jî destûr nehatiye dayîn ku ew stranên xwe bi Kurdî bistrên.

Botan Times ser qedexe û astengîyan bi hunermandan re axifî.

“Stranên Kurdî di repertuaran de kêm dibin”

Hunermend Şîyar Ayaz yek ji wan hurmendan e ku bi salan e li Amedê li kafeyan derdikeve ser dîkê.

Şîyar, ku di karê xwe de 28 salan li dû xwe dihêle dibêje ”Ddî stranên Kurdî di repertuaran de kêm dibin.”

Li gor Şîyar, hejmara kesên li mekanan stranên Kurdî dixwazin li gor salên borî kêmtir bûye.  

Ew dibêje dema muşterî stranên Kurdî nexwaze, xwediyê mekanan jî naxwaze.

“Guhdar jî li Kurdî xwedî dernakevin”

Stranbêj Îlyas Ekincî jî ji ber neguhdarkirina stranên Kurdî bi gazinc e.

“Guhdarên Kurd li hunermendan xwedî dernakevin û piranî muzika Tirkî guhdar dikin. Ev yek jî taleba muzika Kurdî kêm dike. Li mekanan daxwaza stranên Kurdî jî kêmtir dike.” Îlyas dibêje.

“Em sahneyan nabînin”

Endama Koma Dengê Jinên Azad Kudret Uçuk jî balê dikişîne rewşa aboriyê û dîyar dike ku jiber ew stranên xwe bi Kurdî dibêjin sahne nabînin û konserên wan jî têne betalkirin.

Li gor Kudretê hunermendên jixwe bi zehmetî debara xwe dikirine, bi betalkirina konseran re edî nekarin li ser pîyan bisekinin.

“Konserên me sedî 70 hatin asteng kirin”

Di rojên borî de kkonserteke Navenda Çanda Mezoptamyayê (NÇM) ya li Stenbolê ji aliyê  Qeymeqamtîya Kuçukçekmeçeyê ve hatibû qedexekirin û 25 hunermend hatibûn binçavkirin.

Xebatkara organîzasyonê NÇMê Dîlan Su jî dibêje, “Ew ne yekem e, di nava salekê de ji %70 konserên me ji aliyê rayedaran ve bi sedemên cur be cur hatin asteng kirin an qedexekirin.”  

Li Tirkiyê di salên dawî de hejmareke konser û mîhrîcanan jî têne betalkirin. Mîhrîcana Rockê ya Zeytînlîyê, Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê, Mîhrîcana Ekolojî ya Çiyayên Kazê tenê hin ji wan festivalan in.

Foto-Manşet- Twitter-NÇM