HRRK ji bo ciwanên di navbera 18 û 30 salî “Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan” li dar dixe

HRRK ji bo ciwanên di navbera 18 û 30 salî “Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan” li dar dixe
HRRK ji bo ciwanên di navbera 18 û 30 salî “Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan” li dar dixe
Vahdet Uçar
  • 21 Ocak 2022 08:05

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo ciwanên di navbera 18 û 30 salî “Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan” li dar dixin. Kesên dixwazin tevlî pêşbirkê bibin divê heta 1ê adara 2022yan berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi piştgiriya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya li Îngilistanê pêşbirkê li dar dixe. Pêşbirk bi zimanê kurdî ye û kesên beşdar bibin jî divê nişteciyên Rojava û Sûrîyê bin.

Helbestên ji bo pêşbirkê bêne şandin divê li tu derê nehatibin weşandin û beşdarî pêşbirkên din nebûbîn.

Encamên pêşbirkê dê roja 29ê adarê bêne ragihandin û  bi merasimeka taybet dê xelat bêne dayîn. Ji bo berhema yekemîn xelat 500Dolar, berhema duyemîn xelat 300Dolar û ji bo ya sêyemîn jî xelat 200Dolar e.

Daxuyanîya HRRKyê di derbarê pêşbirkê de bi tevahî wiha ye:

“PÊŞBIRKA HELBESTA KURDÎ YA CIWANAN (2022)

Bi alîkarî û siponsoriya(KOMELEYA JANÊ XELEF A XÊRXWAZIYÊ LI INGILISTANÊ), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)ê dest bi lidarxistina (Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan) a sala 2022ê dike û mercên beşdariya pêşbirkê bo helbestvanên ciwan ên Kurd ên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, radigihîne:

Pêşbirk bi zimanê Kurdî ye.

Kesên ku beşdarî pêşbirkê bibin pêwist e nişteciyên Rojava û Sûryayê bin.

Pêwist e temenê kesên beşdar ji (18)an ne kêmtir be û ne jî ji (30)an zêdetir be.

Pêwist e helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li ti deveran nehatibe belavkirin û beşdarî ti pêşbirkan nebûbe.

Pêwist e helbesta beşdarî pêşbirkê bibe ji DEH (10) malikan ne kêmtir û ji PÊNCÎ (50) malikan ne zêdetir be.

Pêwist e helbesta beşdar berî 1ê Avdara 2022ê bigihêje destê HRRKê.

Di 29ê Avdara 2022ê de(ROJA JIDAYIKBÛNA JANÊ XELEF) dê HRRKê, navên xelatgiran, li navenda xwe, di komcivîneke çapemeniyê de, bo raya giştî ragihîne û piştî ragihandinê dê di ahengeke taybet de zirx û nirxên xelatê radestî xelatgiran bike.

Helbestvanên ku di (Yekemîn Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan) a sala 2021ê de hersê astên xelatan wergirtine, nema dikarin beşdarî vê pêşbirka 2022ê bibin.

KESÊ KU DI BEŞDARIYÊ DE MERCÊN JORÎN PÊK NEYINE BERHEMA WÎ/WÊ DI CIH DE PAŞGUH DIBE Û BEŞDARÎ PÊŞBIRKÊ NABE.

PÊVEKÊN PÊWÎST: kurtejiyan.

Navnîşan.

Jimarên telefonan.

WhatsApp û Ê.mail.

Pêwist e yê/ya helbestvan kexezekê binivîsîne û tê de soz bide ku helbesta şandiye pêşbirkê ya wî/wê ye û li ti deveran nehatiye belavkirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûye.

Pêwist e yê/ya beşdar sûretê nasnameya xwe bi helbestê re bişîne.

NIRXÊN XELATAN:

Xelata Yekem: 500 Dolar e.

Xelata duyem: 300 Dolar e.

Xelata Sêyem: 200 Dolar e.

HELBESTÊN XWE, KURTEJIYAN Û PÊVEKÊN PÊWIST BIŞÎNIN VÊ NAVNÎŞANÊ:

[email protected]

MOBILE Û WHATSAPP: +963 (0) 954 770 104

FACEBOOK: https://www.facebook.com/hrrk.rojava.3

MALPER: www.rojava.net

KOMÎTEYA ÇALAKIYAN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ(HRRK)Qamişlo.

Navenda HRRKê: 01.01.2022 “