Hilbijartinên 2023yan: Hin qedexeyên hilbijartinê ketin merîyetê

Hilbijartinên 2023yan: Hin qedexeyên hilbijartinê ketin merîyetê
Hilbijartinên 2023yan: Hin qedexeyên hilbijartinê ketin merîyetê
Botan Times
  • 4 Mayıs 2023 07:36

Ji Hilbijartina Serokomarîyê û ya Parlamenteriyê a Serdema 28an ku dê di 14ê Gulana 2023yan da bê lidarxistin 10 roj mane.

Hin qedexeyên hilbijartinê jî ketiye merîyetê.

Ji îro pê da dê anket û lekolînên rayên giştî û tehmînên di derbarê hilbijartinan da neyên parvekirin.

Her wiha lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) jî qedexeyên dê di roja hilbijartinê da bên sepandin eşkere kiriye.

Li gor biryara YSKyê roja hilbijartinê ji saet 06:00an heta 24:00an firotina alkolê qedexe ye.

Di roja hilbijartinê da hemû cihên şahiyê yên gel ên wekî qehwexane, kafeyên înternetê wê girtî bin.

Roja hilbijartinê piştî saet 18:00an dawet dikarin bên kirin.

Li gorî biryarên YSKyê heta saet 18.00an li ser hilbijartinê û encamên hilbijartinê pêşbînîkirin û şîrovekirinên di çapemeniyê da qedexe ne.